Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi serlêdana hezkiriyên xwendinê didome

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di roja sêyemîn de bi serlêdana bi dehan şênî û rewşenbîran didome.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi serlêdana hezkiriyên xwendinê didome
17 gulan, 2022   12:01
QAMIŞLO

Di roja sêyemîn de, lêkolîner û nivîskar Arşek Beravî bi navnîşana “Ji bo bîranîna zimanê kurdî” semînerek da.

Beravî di semînerê de behsa dîroka zimanê kurdî, koka wî,  rêgez û felsefeya ziman, têkiliyên wî bi dîroka Kurdan û dewlemendiya zaravayên kurdî kir.

Tê payîn ku saet di 19:00`an de ji bo îmzekirina gelek pirtûkên nû şahiyek li dar keve.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi rasthatina Roja Zimanê Kurdî, pêr( 15`ê Gulanê) Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo vekir.

Armanc ji pêşangehê ew e ku berhemên wêjeyî yên nivîskarên Kurd bên nasandin. Her wiha nifşên nû yên di dibistanan de bi zimanê kurdî fêr dibin, van berheman nas bikin. Pêşangeh ji bo pêşandana pirtîkên kevn û çapkirina pirtûkên nû jî derfetek e. Di pêşangehê de zêdetirî 10 hezar pirtûk û 2 hezar û 524 serenav hatine pêşandan.

(şx)

ANHA