​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundê El-Mihsinlî topbaran dike

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê El-Mihsinlî yê Minbicê topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundê El-Mihsinlî topbaran dike
17 gulan, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê beriya çend kêliyan li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Mihsinlî yê bakurê bajarê Minbicê bi hawanan topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker duh jî gundê El-Mihsinlî topbaran kiribû.

(cx)