Tolhildana Hakî Karer komek veguherand rêxistineke giştî li dijî dijmin û xiyanetê

Di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehadeta têkoşerên neteweyî Hakî Karer guhertineke bingehîn bû ku tevger veguherî partiyeke li dijî mêtîngeriya derve û şaxên wê li hundir. Her wiha şehadeta têkoşker Hakî Karer, eşkere kir ku hevakrên bi dewleta Tirk dikarin çi bikin.

Tolhildana Hakî Karer komek veguherand rêxistineke giştî li dijî dijmin û xiyanetê
17 gulan, 2022   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Hakî Karer giyanê min yê veşartî ye”. Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yeşar Serhed di hevpeyvînekê bi bi ajansa ANF`ê re got: “Dostaniya rêbertê bi Hakî Karer re dîrokî û pîroz bû. Piştî derketina rêberî ji girtîgehê, rêbertî destpêkê hevalên Hakî Karer û Kemal Pîr nas dike. Her du hevalan têkildarî serokatî gotin, roja yekemîn hat û di roja din de bû xwediyê malê. Di hevaltiya PKK`ê de, hevaltiya Kemal Pîr û Hakî Karer diyar bû. Sekna bawer a bi rêbertî re bi awayekî berçav li wan bandor kiribû. Rêbertî têkildarî heval Kemal Pîr wiha dibêje; “Min tenê nîv saetek bi Kemal Pîr re axivî lê heta dawiyê li ber xwe da”. Li ser Hakî Karer jî dibêje `giyanê min ê veşartî ye`.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Hakî Karer wiha nirxand: “Heval Hakî Karer dema tê gihişt rastiya şoreşa Kurdistanê, doşka xwe li ser pişta xwe rakir û di sala dawiyê ya zanîngehê de, xwendina xwe berda. Bê teredûd berê xwe welatê me ku qet wî nas nekiribû. Kesên wî ji nêz ve nas dikin, ji bîr nakin ku cilûbergên herî kevin li xwe dikir. Mehane bê xwarin dima û tenê taştê dixwar ku tiştek zêde tê de nîn bû. Ji bo derdora xwe jêdera îlhamê bû ku asteng û neyîniyan derbas bike. Yên pê re rûdiniştin bi demê nedihesîn. Hemû dixwestin pê re bijîn û tê bikoşin.”

HAKÎ KARER KÎ YE?

Hakî Karer bi eslê xwe tirk e, sala 1950`î li Deryaya Reş li navçeya Ordu-Ulubey hatiye dinê. Xwendina xwe li dibistanên seretayî, navîn û amadehî yên navçeyê diqedîne. Piştre diçe zanîngeha Enqereyê. Li wir bi tevgera şoreşgeriyê bandor dibe. Rêber Abdullah Ocalan û Kemal Pîr nas dike.

Hakî Karer li Enqereyê sala 1973`yan erka koordînerê xwendina bilind a şoreşgerî pêk tîne. Cihê xwe di gelek çalakiyan de digire ku şoreşgerên kurdistanî pê radibûn. Ji kesên yekemîn bû ku biryara vegera li welat dide ku di civîna dîrokî ya Dîkmen a sala 1976`an de  hatiye girtin. Di nav refên gelê Kurd de bi taybet beşa kedkaran li bajarê Batman û Dîlokê tê dikoşe.

Di 18`ê Gulana 1977`an de Hakî Karer bi destê Alaeddin Kaban hat şehîd xistin. Kaban di nav çepgiran de di dema 12`ê Adarê de sîxurtî dikir.

Şehadeta Hakî Karer di dîroka kurdan, kurdistaniyan, demokratan û yên bi jiyana hevber bawer in de, guhertineke bingehîn bû. Piştî şehadeta wî, rêber Abdullah Ocalan ku xwedî nêrîn û dîtinên rast bû, avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand û got: “Em ê bi rêya avakirina partiyekê û tevgerekê ku gelê kedkar ber bi azadiyê ve dibe, serkeftinê li dijî dijmin pêk tîne û Kurdistanê rizgar dike, tola hevalê xwe hilînin.”

Piştî derbasbûna salekê li ser avakirina partiyê li gundê Fîs ê li nêzî Amedê di 27`ê Mijdara 1978`an de, tevgera şoreşgerî li Kurdistanê dest pê kir. Piştre têkoşîn û berxwedana çekdarî ku heta niha berdewam e, dest pê kir. Êdî meha Gulanê ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelê Kurdistanê, bû meha şehîdan ku gelek şoreşgerên mîna Hakî Karer, Mihmet Kara Singûr û Îbrahîm Bîlgîn tê de şehîd bûn.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ji ANHA'yê re axivî û got şehadeta Hakî Karer rolek di avakirina PKK`ê de lîst û wiha domand: “Di wê demê de rêxistin tune bû. Komek hebû ku têkildarî doza Kurd û sosyalîzmê, rêbazên têkoşîna rizgariyê lêkolîn û nîqaş dikirin. Endamên komê bi xwe perwerde didan. Bi şehadata Hakî Karer re rêber Abdullah Ocalan biryara avakirina rêxistinê da.”

Remzî Kartal diyar kir ku dijmin baş dizanî ku koma rêber Abdullah Ocalan heye û di nav tevgerê de ne. Ji bo rawestandina wê tevgerê, Hakî Karer hat hedefgirtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêbertî tê gihişt vê êrişê ku li dijî komê ye. Wê demê got, bersiva herî rast avakirina rêxistinê ye û avêtina gavan ber bi têkoşîna rizgariyê ve ye.”

Bi şehadeta Hakî Karer re, careke din xeta xiyanetê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kurdistanê derket hole. PDK'ê ji dema avabûnê ve û heta îro bûye amûrek di destê dijminên kurdan û doza kurd ji şahê Îranê bigire û heta bigihêje Sedam Huseyn û pergalên Tirkiyê. Dest da hemû dijberên doza Kurdistanê û demokrasiyê. Mînaka herî berçav jî, hevkariya wê ya niha bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanêde ye.

`TÊKILIYÊN PDK`Ê BI ÎSTÎXBARATA DEWLETÊN DAGIRKER RE XURT IN`

Kartal destnîşan kir ku ji berê ve têkiliyên PDK`ê bi îstîxbarata dewleta Tirk re xurt in û got: “Yê ku Hakî Karer şehîd xistiye, endamekî PDK`ê bû û rêxistina qaşo bi navê Stêrka Sor damezirand ji bo ku Hakî Karer bi fermana MIT`a Tirk şehîd bike.”

Kartal daxuyand ku peywendî û têkiyên xurt di navbera PDK û îstîxbarata dewletên dagirkerên Kurdistanê de; Îran, Iraq û Sûriyê hene. Armanc jî, têkbirina têkoşîna gelê kurd li wan parçeyan. Kartal wiha berdewam kir: “Beriya şehîdxistina Hakî Karer, di sala 1968`an de, PDK`ê şoreşger Silêman Onî û hevalên wî yên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza Îranê şahîd xist û cenazeyên wan radestî Îranê kir.”

Remzî Kartal diyar kir ku PDK`ê di rastiyê de mîna partiyeke malbatî tev digere. Her tişt di destê malbatê de ye aborî, pere û leşker û li gorî berjewendiyên malbatî kar dike.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal destnîşan kir ku malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe hemû tişt dike quran, ev malbat bi hemû dewletên dagirkerên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê, Başûr, Rojhilat û Rojavayê wê re peymanan îmze dike.

`DIVÊ XETA XIYANETÊ JI HOLÊ RABE`

Her wiha Remzî Kartal îşaret pê kir ku malbata Barzanî bûye baleyeke mezin li ser serê gelê Kurd û bang li gel, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û welatparêzan  kir ku têkoşînê li dijî vê malbatê mezin bikin û ji bo eşkerekirina xiyaneta wê têkoşîna siyasî, civakî û dîplomatîk bê mezinkirin.

Remzî Kartal balkişand ser hevkarî û desteka ku PDK`ê niha ji dewleta Tirk re pêşkêş dike û got: “Niha ji gelê Kurd re xiyaneta PDK`ê, hevkariya wê bi dewleta Tirk xuya dibe. Divê ev xiyanet bê eşkerekirin ku li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wî ye.”

Di dawiyê de Remzî Kartal li ser tesfiyekirina xeta xiyanetê teqez kir û got: “Heke ev xet neyê tesfiyekirin, wê doza Kurd çareser nebe û dê azadiya gelê Kurd pêk neyê. Ji ber wê divê têkoşînê li dijî xiyanetê bê mezinkirin. Sekna li hember xiyanetê sekna li hember dijmin e.”

(şx)

ANHA