​​​​​​​Jinekê ji hêzên Rûsyayê re got 'Hûn di êrişên li ser Kobanê de hevkar in'

Li gundewarê rojavayê yê kantona Kobanê jinekê banzêrên leşkerî ya Rûsyayê asteng kir û got: "Hûn di êrişên Tirkiyê de hevkar in."

​​​​​​​Jinekê ji hêzên Rûsyayê re got 'Hûn di êrişên li ser Kobanê de hevkar in'
16 gulan, 2022   19:59
KOBANÊ

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker dewriyeyeke hevbş pêk anî, derbasî gundê Aşma yê rojavayê Kobanê bû, di çend gundan re derbas bûn û berê xwe dan gundê Zormixê.

4 roj in gundê Zormixar ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tên topbankirin.

, beriya ku dewriyeya hevbeş li gundê Aşma destpê bikee, jina bi navê Zuleyxa Ebdî ku panzêrên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê asteng kir.

Zuleyxa got: "Tevî ku xaka me dagir kiriye, her roj me topbaran dikin, zarok û jin li van gundan hene, ji gundên me êriş li ser Tirkiyê çênebûne, li vir hêzên leşkerî tune, QSD'ê ji bo parastina jiyana sivîlan ji van gundan vekişiyan, hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînor belavbûn, çima hûn me topbaran dikin, nahêlin em erdên xwe av bidin."

Zuleyxa diyar kir ku ji ber ku hawan li derdora mala wê ketine, mala wê li ber hilwişînê ye û got: "Gelo dixwazin me koçber bikin, em xaka xwe ji kesî re nahêlin, kê maf daye wan ku xaka me gemar bikin û bi erebeyên xwe li ser bigerin."

(şt)

ANHA