Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Projeya avahiyên mêtîngeriyê gaveke talûke ye

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, gaveke talûke ye û wekî polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo rewakirina dagirkeriyê hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Projeya avahiyên mêtîngeriyê gaveke talûke ye
16 gulan, 2022   08:37
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne, îro Komîteya Koçerên Serêkaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê muzakereyeke fermî radestî Komîseriya NY`yê ya Penaberan a li Qamişlo kir.

Emdamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte, Rîhan Xelîl û Lîlav Şêxmûs bi zimanên erebî, kurdî û înglizî daxuyanî xwend.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike.

CIVATA NAVNETEWEYÎ XWE DIDE ALÎ

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY`yê ya Penaberan a li Qamişloyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de komîteyê got: “Bêdengiya civata navneteweyî li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî.”

Komîteyê diyar kir ku ji dema AKP`ê hatiye ser desthilata Tirkiyê di dawiya 2002`yan de, hewl da sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn bigire û wiha domand: “Ji ber wê destek da şepêlên îxwanan yên tundraw û rêxistinên terorîst û çarçoveyeke siyasî, lojistîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Her wiha dest li kar û barên herêmên din werda, da ku axa dewletên cîran dagir bike û tev li axa xwe bike. Ligel wê li hin dewletên herêmê baregehên leşkerî ava kir.

Komîteyê bal kişand ser amadekariyên Tirkiyê yên pêkanîna projeyên avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Ev planên ku piştî dagirkirina rûbera 9 hezar km ji xaka Sûriyê, li pêş çavên cîhanê pêk tên.

GAVEKE BI TALÛKE  YE

Der barê armancên projeya avahiyên mêtîngeriyê de komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike, cografiya Sûriyê ya dagirkirî tev li Tirkiyê bike, dîrok û demografiya wê biguherîne û di pêşerojê de wan herêman ji danûstandinên têkildarî dosyaya Sûriyê dûr bixe.

Her wiha komîteyê siyasetên guhertina demografiyê şermezar kirin û bi gaveke bi talûke , polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî û rewakirina dagirkeriyê li wan herêman hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Amerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û van projeyên mêtîngeriyê rawestînin ku dagirkerî û mêtîngeriyê mayende dikin û aştiyê têk dibin, koka şêniyên resen diqelîne, rê li pêşiya vegera wan digire û zemînê şerên navxweyî li herêmê di pêşerojê de amade dike.

 (şx)

ANHA