Civîna Şêwira Jinan: Sala 2022'an sala guhertina çarenûsan jinan e

Foza Yûsif û Ebîr Hesaf di civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava de diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê hewldanê parçekirinê ye û têkildarî rola jinên ji bûyerên ku rû didin gotin: "Sala 2022`an sala guhertina çarenûsa me ye.''

Civîna Şêwira Jinan: Sala 2022'an sala guhertina çarenûsan jinan e
15 gulan, 2022   14:50
QAMIŞLO

Beşa yekemîn a Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi dirûşmeya "Ji bo yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê" ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin bi dawî bû. Di vê beşê de geşedanên siyasî yên li ser asta Kurdistanê û nêrîna jinan ji van geşedanan re hatin nîqaşkirin.

Beşa yekem ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif û endama KNK`ê- Rojava Ebîr Hesaf ve hate birêvebirin.

PARÇEKIRINA PARÇEKIRÎ YE

/ar/uploads/files/2022/05/15/130300_img_8466.webp

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif bal kişand ser nakokiyên di navbera hêzên desthilatdar de ku dixwazin serweriya xwe li ser erdnîgariyeke mezintir ferz bikin, cûreyên şerê ku ji aliyê wan ve tê rêvebirin weke şerê fikrî, aborî, teknîkî, biyolojîk li dijî civakan û wiha axivî: "Hin caran li gorî berjewendiyên xwe sîsteman dixin. Armanc ji vê yekê jî parçekirina cîhanê ye. Li Rojhilata Navîn hewl didin ku serweriya xwe li ser  wê xurt bikin. Ev hêz bi awayekî mezin destwerdan li 'Buhara Ereban' kir û ji wê demê ve herêm di aloziyan re derbas dibe."

Foza Yûsif wiha domand: "Herêmên me ji aliyê sîstemên desthilatdar ve di nava şer de ne. Piştî ku sala 2012`an ji bin serweriya rejîma sûrî derketin ketin bin serweriya dewletên desthilatdar ku welat ber bi beşdarbûna civînên li Ceneva ve bir. Lê heta niha tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nedîtine."

Foza Yûsif destnîşan kir ku hêzên desthilatdar hewl dan Rojhilata Navîn parçe bikin, serweriya xwe li ser ferz bikin û wiha anî ziman: "Hişmendiya ingilîz di aliyê serdestî, serwerî û parçekirinê de nayê guhertin. Heta niha hewl dide peymana Sykes Picot pêk bînin. Ji ber wê Yemen, Lîbya, Sûriye û gelek dewlet parçe kir."

Her wiha Foza Yûsif bal kişand ser encamên şerê Rûsya – Ukrayna û armancên hêzên beşdarî wî şerî bûne û wiha axivî: "Di şerê sar de hin hevsengî hatin guhertin. NATO`yê hewl dide hevsengiyan berovajî bike û plnên rûsî têk bibe. Şerê Cîhanî yê Sêyemîn diyar dike ku herêma Rojhilata Navîn dê tenê nebe çavkaniya şeran, lê belê dê ber bi cîhanê ve jî biçe."

Foza Yûsif anî ziman ku yên herî zêde zerarê ji van şeran dibînin gel e nexasim jin û zarok ku rastî kuştin û koçberiyê tên, ev şer xebatê jinê ku rastî tundî, koletiyê tê û xizmeta berjewendiyên bazirganên şeran dike, têk dibe.

Foza Yûsif wiha domand: "Siyseta sedala 21`an siyaseteke xwe dispêre rêvebirina aloziyê bi aloziyê. Ev siyaset bi awayekî pir profesyonel ji aliyê rejîmên desthilatdar û hêzên hegemonîk ve di nav de Tirkiye jî, tê meşandin. Dewleta Tirk di hundirîn de tengav bûye. Ji ber wê jî êrişî dewletên derdor dike û bi armanca ku nêrîna gelê xwe ber bi derve ve bibe,  destwerdana karûbarên wan dike."

Foza Yûsif di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi êrişan li ser  kurdan kir û ev tişt got: "Em nikarin bêjin ku tenê kurdên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve bi xeteriyê re rû bi rû ne. Lê belê li tevahî Kurdistanê şerê wan tê kirin. Ji ber wê jî mirov dikare bêje ku sala 2022`an sala guhertina çarenûsa me ye (Jin). Heger em armancên xwe pêk neynin em ê vê derfeta heyî winda bikin."

PEYMAN KURDISTAN PARÇE KIR

Endama Desteya Rêveber a KNK`ê- Rojava Ebîr Hesaf jî bal kişand ser peyamên ku Kurdistan parçe kir û planên hêzên desthilatdar ên li ser Kurdistanê.

Ebîr Hesaf wiha axivî: "Li gorî peymana Qesera Şêrîn a 1515`an, cara yekemîn Kurdistan hate parçekirin. Alim Idrîs piştî ku ji aliyê sultanê osmanî ve hate erkdarkirin peymanekê bi mîrên kurdan re çêke. Di peymanê de dewleta osmanî itîrafê bi serdestiya wan wîlayetan kir ku serdestiya mîrasî tê de dimîne, li berambrî ku destekê dide Astanayê dema ku rastî êrişan were.

Di sala 1515`an de dewletên Sefewî û Osmanî peymana Amasya pêk anî. Ew jî yekemîn peymana fermî di navbera her du dewletan de bû. Li gorî wê bi awayekî fermî parçekirina Kurdistanê hate erêkirin. Li gorî belgeya fermî, sînorê du dewletan  li herêmên kurdan tên diyarkirin."

Ebîr Hesaf diyar kir ku peymana Qesra Şêrîn û ya Amasyayê pirsgirêka kurdî kurtir û piştre peymanên din mîna Erzîroma yekem a sala 1823'an û Erzîroma duyem a sala 1847'an.

Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi beşdarbûna kesayetên ji derve bi rêya bernameya Zoomê didome.

(bx)

ANHA