‘Em li hember aliyên ku dixwazin yekitiya Sûriyê parçe bikin hevgirtî ne’

Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya gelên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, dike hedef.

‘Em li hember aliyên ku dixwazin yekitiya Sûriyê parçe bikin hevgirtî ne’
15 gulan, 2022   06:50
DÊRAZOR – SAMIR EBDULEZÎZ

Dewleta Tirk di vê demê de êrişên berfirehkirinê li seranserê xeta sînorê Sûriyê û Iraqê pêk tîne. Her wiha bi çekên kîmyewî êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku îradeya gelan têk bibe û xaka Sûriyê û Iraqê dagir bike.

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş têne lidarxistin û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, têne şermezarkirin. Şênî di meşan de teqeziyê li ser desteka ji gerîla re dikin.

Hevserokê Meclisa El-Meraşde ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Esaed El-Dexîl têkildarî mijarê wiha axivî: "Em gelê Sûriyê bi giştî û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tayber van êrişan qebûl nakin. Em şerê qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne, qebûl nakin. Di demên berê de û ji dema dagirkirina osmanî me 400 salan zehmetî dît. Em vê yekê careke din li herêmên xwe qebûl nakin."

Esaed El-Dexîl wiha domand: “Tu cudahî û nîjadperestî di navbera Ereb, Kurd, xiristiyan, Çerkes, durzî, elewî, sunnî û şîe de tune bû. Em di civakeke hevbeş de mezin û jiyana xwe bi hevgirtin û hevbeşî jiyan. Nîşneya wê jî bajarê Hesekê ku Ereb, Kurd, êzidî û Çerkes berjewendî û xebatan bi hev re dabeş dikin.”

El-Dexîl diyar kir ku Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji aliyê gelek ajindeyê herêmî û navneteweyî rastî gefan tê, dixwazin serweriya xwe li ser herêmê ferz bikin, xêrên wê talan bikin û şêniyên wê biçî û koçber bikin.

El-Dexîl wiha pêde çû: "Em bi zarok, mezin, ciwan, kalemêr, jin û zarokên xwe amade ne ku bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin. Em ê bi yekitî û îradeya xwe li hember hemû êriş û komployên ku li dijî me têne kirin, bisekinin."

El-Dexîl pirs kir ku ka NY`yê û gelên azadîxwaz ên cîhanê, helwesta ji zilm û binpêkirina li ser herêmê tê kirin çi ye û ev tişt got: "Divê helwesteke eşkere diyar bikin û li hember dewleta Tirk bisekinin ku herêmên me topbaran dike û gelê me li herêmên dagirkirî koçber dike û direvîne."

Hevserokê Meclisa Herêma Navîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê Ebdulezîz El-Ocan jî wiha anî ziman: "Di demên dawî de me dît ku çawa êrişên dewleta Tirk li ser herêmên me li Bakurê Sûriyê zêde bûne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê xwe ku gefan li ewlehî û aramiya wê dixe, qebûl nake."

El-Ocan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Em gelê Kurd, Ereb, Aşûr û Çerkes û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi êrişa xwe li ser xaka xwe qebûl nakin. Ji beriya hezarê salan ve em hevgirtî ne û di bin sîwana biratiya gelan û jiyana hevbeş de dijîn."

Ebdulezîz El-Ocan destnîşan kir ku ew çi destwerdanên derve li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û wiha axivî: "Ji be rem yek pêkhate ne. Em li gorî yek projeyê dixebitin. Em teqeziyê li ser hevgirtina bi vê projeyê ve heta dawiyê dikin. Ji ber em gelekî ji azadî û jiyana aştiyene bi hemû pêkhateyan re, hez dikin."

El-Ocan teqez kir ku dê bi çi berxwedana gelêrî re ku dixwazin azadî û rûmetê bidest bixin û bi hêzên QSD`ê re li dijî hemû destwerdanên dewleta Tirk li ser herêmê dê bisekinin û dê li hember çi xeteriya ku gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe, bisekinin.

Ebdulezîz El-Ocan di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovî, cîhanî, desteya NY`yê Komkara Ereban kir ku bi lez destwerdanê bike û helwestekê li hember êrişên dewleta Tirk li ser Sûriyê û Iraqê, eşkere bike.

(bx)

ANHA