Hevseroka Meclisa PYD`ê: Li dijî xayin û dagirkeran dê Kurd her tim tê bikoşin

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya Kantona Kobanê Nesra Derwîş anî ziman ku planeke hevbeş di navbera hikumeta Mistefa Kazimî, PDK`ê û dewleta Tirk de heye û armanc dike Kurdan û Kurdistanê tune bike û got: "Divê gelê Kurd tê bikoşe û rê nede dijmin planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne."

Hevseroka Meclisa PYD`ê: Li dijî xayin û dagirkeran dê Kurd her tim tê bikoşin
15 gulan, 2022   06:15
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Kobanê Nesra Derwîş li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevbeşiya PDK`ê yên ji 17`ê Nîsanê ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne û dîwarê parçekirinê di navbera Şengal û Rojava de lê kir, axivî.

Nesra Derwîş hevbeşiya PDK`ê ya bi dijminê gelê Kurd re û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de şermezar kir û got: "Me îxaneta PDK`ê û hevkariya bi dijminê Kurdan re di dirêjahiya dîrokê de, dît. Dixwazin herêmên kurdan ji hev qut bikin, lêkirina dîwar jî nîşaneya destpêkirina êrişên dagirkirinê yên li dijî herêmên Kurdan e."

Nesra anî ziman ku bûyerên îro li Şengalê, çiyayê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin dê sibe li Başûrê Kurdistanê jî rû bidin û dê dora PDK`ê jî were û ji aliyê artêşa Tirk ve were tesfiyekirin. Ji ber ku di dîrokê de dijminatiya Kurdan kiriye û dixwaze wan qir bike, lewma divê PDK`ê li hemberî planên dijminê Tirk hişyar be.

Nesra têkildarî êrişên 17`ê Nîsanê wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê planeke hevbeş a di navbera dewleta Tirk, hikumeta Iraq û PDK`ê de ye. Dijmin dixwaze nexşeya Kurdistanê bi hemû rêbazan ji holê rake, lewma li Rojava gelek herêm dagirkirin ji wan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî niha jî dixwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike."

Hevseroka Meclisa PYD`ê Nesra Derwîş diyar kir ku dijminê gelê Kurd nikare bi lêkirina dîwar û topbarankirina herêmên Kurdan her wiha derxistina fitneyên di navbera gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê de, Kurdan dûrî hev bixe û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev gelekî têkoşer e û hîn jî li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide û dê heta mîsogerkirina serkeftinê berxwedana xwe dewam bike."

Nesra Derwîş bang li gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyaneta PDK`ê ya li hemberî gelê Kurd têkoşîna xwe bilind bike û destekê bide gelê Şengal û gerîla.

Nesra bal kişand ser armanca dijmin û wiha pê de çû: "Bi lêkirina dîwarê di navbera her du herêmên ku lê vê projeyê pêk tîne de, projeya neteweya demokratîk dike armanc. Lê ew ê wekî her carê têk biçin û nikaribin vê rêveberiya gelê herêmê xwe lê girtiye, tune bikin."

Di dawiyê de Nesra destnîşan kir ku ew ê gelê Kurd li dijî dijmin her tim tê bikoşe û xeta têkoşînê heta serkeftinê û têkbirina xayin û dagirkeran bidomîne.

(eh)

ANHA