Ciwanên Amûdê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê li dijî êrişên dagirkeriyê li ser herêma Başûrê Kurdistanê xwepêşandan li dar xisit.

Ciwanên Amûdê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
14 gulan, 2022   20:21
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û şênî li Qada Şehîd Cîhan a li navenda Amûdê li hev civiyan û li dijî êrişên dagierkeriya Tirk xwepêşandan li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/05/14/200009_img_8376.webp

Ciwan û şêniyên Amûdê heta navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan û li wir xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Li wir endamê tevgerê Cûdî Zagros axivî û got:" Em bi tundî êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha hevkariya PDK'ê şermezar dikin.''

/ar/uploads/files/2022/05/14/200026_img_8296.webp

Zagors anî ziman ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn bikin û ew dagirkeriyê qebûl nakin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(şt)

ANHA