​​​​​​​Li Çiyareşê çalakiya gerîla: 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan bi taktîkeke sabotajê li artêşa Tirk a hewl dida ber bi Girê Şehîd Sorxwîn a li Çiyarêşê ve bi pêş ve biçe, da. Di encama çalakiyê de 2 dagirker ceza kirin.

​​​​​​​Li Çiyareşê çalakiya gerîla: 2 dagirker hatin cezakirin
14 gulan, 2022   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 14’ê Gulanê danê sibê di navbera hêzên HPG’ê û dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Sorxwîn ên li herêma Berxwedana Serdemê ya Çiyayê bi pêş ve biçin de, şerên dijwar rû dane.

HPG’ê ragihand ku li vê qadê bi teknîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin û 2 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

 “Di 14’ê Gulanê de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Sorxwîn ên li herêma Berxwedana Serdemê ya Çiyareşê ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatin lêdan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Li herêmê pevçûnên dijwar didomin.”