Dayikên gerîla: Berxwedana zarokên me dê bi serkeve

Dayikên gerîla diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê wê li hemberî berxwedana gerîlayan têk biçin û wê nikaribin bostek ji herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dagir bikin.

Dayikên gerîla: Berxwedana zarokên me dê bi serkeve
14 gulan, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 17'ê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker bi desteka PDK'ê êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Dayikên gerîla yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê û Minbicê ev êriş şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re anîn ziman.

Heyat Şêxo, dayika gerîlaya HPG'ê Buharîn e got: "Dewleta Tirk ji dema ku hatiye damezrandin heta roja îro ve şer gelê Kurd dike û siyaseta qirkirina nasname û dîroka kurdan dimeşîne. Lê mixabin siyaseta PDK'ê ji siyaseta dijmin a xiyanetê li hemberî gelê Kurd ne cuda ye. Gelek gerîla di encama xiyaneta hêzên PDK'ê de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne."

Heyat Şêxo da destnîşan kir ku gerîla ji bo hemû gelên bindest têdikoşin û wiha dom da axaftina xwe: "Gerîla rûmeta me ne, ji ber ku ne tenê ji bo kurdan, di heman demê ji bo tevahî gelên bindest têdikoşin. Lê PDK'ê tenê ji bo berjewendiyê xwe tevdigere. Tirkiyê dixwaze Başûr dagir bike û PDK'ê di êrişa wê yên li dijî gerîlayan yên li Başûrê Kurdistanê de destekê dide dewleta Tirk. Piştî dewleta Tirk PDK'ê bûye dijminê kurdan."

Heyat Şêxo anî ziman ku hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê îrade û berxwedana gerîla wê neyên şikandin û got: "Dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên hovane li dijî gerîla pêk tîne û çekên kîmyewî ku di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne, lê îradeya gerîla wê bi ser bikeve."

Edol Sefer dayika gerîlayê HPG'ê Canfeda beşdarbûna PDK'ê bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de şermezar kir û got: "Em ê vê xiyaneta li ser gerîlayên li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê red dikin. Em amade ne ku li hemberî dagirkeriya Tirk piştgiriya gerîlayan bikin."

Dayika gerîlaya HPG'ê Rûken, Xalîde Mihemed êrişa li dijî gerîla yên li çiyayên Kurdistanê şermezar kir û got: "Divê PDK'ê bi kurdan re bibe yek, ne bi dijmin re. Dijmin ji bo gelê Kurd tu çareseriyekê naxwaze, dagirkeriya Tirk û PDK'ê di vê êrişê de bi ser nakevin û çawa ku dewleta Tirk li Zap û çiyayên Kurdistanê têk çû, wê vê carê jî têk biçe."

Xalîde Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta serkeftinê em ê piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên li çiyayê Kurdistanê û em ê derkevin qadan."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊN AZAD ŞERÊ QIRKIRINÊ DIMEŞÎNE '

Dayikên şehîdên gerîla yên bajarê Minbicê, diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê qirkirinê yê li dijî gelên azad e.

Dayika gerîlayê bi navê Çekdar Kobanê ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê şehîd bibû, Kewser Hemê destnîşan kir ku gerîla parastina mirovahiyê dikin û êrişên qirkirinê yên li dijî wan ji aliyê welatên serdest ve hatiye plankirin û dewleta Tirk jî wan planan pêk tîne.

Kewser Hemê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da, her wiha bal kişand ser beşdarbûna gerîla di hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê ya sala 2014’an de ji çeteyên DAIŞ’ê yên destekê ji Tirkiyê digirtin.

Kewser Hemê wiha dom kir: "Em ê nehêlin xwîna zarokên me li erdê bimîne û em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku zêdetir axa me dagir bike."

' DIVÊ PDK'Ê DEV JI BEŞDARBÛNA PLANÊN DEWLETA TIRK BERDE '

Celîla Elî, dayika gerîlayê HPG'ê Zagros ku di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû, anî ziman ku ev êriş tevahî herêmê dike hedef û armanca wan lawazkirin û şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Celîla Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yn Medyayê de hemû çekan bikar tîne, di nava bêdengiya civaka navneteweyî de balafirên bê mirov û çekên giran û yên ku di qada navneteweyî de qedexe bi kar tîne.

Celîla Elî bal kişand ser beşdarbûna PDK'ê bi dagirkeriya Tirk di êrişa li dijî gerîlayan de û got: "Armanca van êrişan qirkirina kurdan e, ji ber vê yekê divê PDK'ê dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde."

(dx)

ANHA