​​​​​​​TEV-DEM`ê banga parastina herêmê kir

TEV-DEM`ê bang li hêzên nîştimanî, siyasî û demokratîk ên Ereb û Kurd kir ku herêmê ji Osmaniya Nû û projeya wê ya mêtinger biparêzin û got: "Tiştek di destê AKP`ê de ji bilî projeyên parçekirinê nemaye. Tenê gerîla li hember wê disekine û li hember dagirkeriyê li ber xwe dide."

​​​​​​​TEV-DEM`ê banga parastina herêmê kir
14 gulan, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Li rex wê jî guhertina demografiyê û avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî didomîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û bang li civata navneteweyî kir ku li hember projeya Osmaniya Nû bisekine.

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de wiha hate gotin: "Artêşa Tirk a faşîst bajarê Kobanê kir hedef, gelek gund bi dijwarî topbaran kirin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û careke din îsbat bû ku artêşa Tirk tevî cebilxaneya xwe ya zêde û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê nikare li hember berxwedana gerîla bisekine."

Di daxuyaniyê de îşaret bi serkeftinên gerîla hat kirin ku li çiyayên Kurdistanê pêk tînin û hat gotin: "Di encama berxwedana gerîla de, artêşa Tirk cebilxane û cenazeyên leşkerên xwe li qadên şer hiştin û vekişiya. Helîkopterek Sykorsky hat xistin. Ev ji bo dewleta Tirk derbên giran bûn."

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rewşa AKP`ê gelekî dijwar e û hevsengiya xwe ya siyasî ji dest daye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi projeya mêtîngeriyê ya dagirkeriya Tirk hate kirin û hat diyarkirin ku ev proje gelek xeter e û tu biryarên navneteweyî têkildarî wê tune ye. Di daxuyaniyê de siyasetên AKP û MHP`ê bi kirêt hat binavkirin ûku armanc dikin axa Sûriyê mîna Lîwa Îskenderûn tev li Tirkiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku dewleta Tirk piştî ku li hember berxwedana gerîla û gelên azad bi bin ket, dê tola xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilîne û asta êrişên xwe zêde bike.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî, siyasî û demokratîk ên Ereb û Kurd, hemû rêxistinên hiqûqî û sivîl hat kirin ku tev li hemleyên piştgiriyê yên ji bo parastina herêmê ji projeya Osmaniya Nû bibin.

Di dawiya daxuyaniyê wiha hat gotin: "Tiştek ji bilî projeyên parçekirinê di destê hikumeta AKP`ê de nemaye da ku mêtingeriya xwe hêsantir bike. Hêza yekane ku dikare li hember projeyên dewleta Tirk a faşîst bisekine gerîla û hemû kesên li hember dagirkeriyê li ber xwe didin."

(şx)