Şandeyek ji Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeyek ji herêma Katalonyayê serdana Desteya Rêveveriya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê kir.

Şandeyek ji Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser re civiya
12 gulan, 2022   15:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya serdanên ku Sendoqa Katolanî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîzekiriye de, şandeyek ji herêma Katalonyayê bi Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê re civiya.

Şandeya bi serokatiya a serokê beşa teknîkê ya rêxistina Victoria David Minoffs ji aliyê Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb û Stêr Murad û cîgira wan Bêrîvan Omer ve hate pêşwazîkirin.

Civîn ji ragihandinê re girtî li avahiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de rêveberên şaredariyên kantona Qamişlo jî amade bûn.

Piştî civîn bi dawî bû, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.  Serokê beşa teknîkê ya rêxistina Victoria, David Minoffs axivî û got, armanc ji vê serdanê pêşxistina rewşa xizmetkariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha anî ziman ku ew ê serdana kampan bikin û alîkariyê li wan belav li wir belav bikin.

Hevserokê Desteya Rêvebeiyên Herêmî Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb got: "Armanca serdana şandeya ji Katalonyayê ew e ku zehmetî û astengiyên li hember pêşxistina rewşa xizmetguzariyê û hevkariya di navbera sazî û rêxistinên civaka sivîl de nîqaş bikin."

Ereb diyar kir ku wê şande serdana kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

ANHA