Rêxistinên Suryan li dijî siyaseta dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist

Bi dirûşma "Na ji siyasetên dewleta Tirk a dijmin ya li dijî gelê herêmê re ", Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryan û Yekitiya Ciwanên Suryan çalakiya konvedanê li dar xist.

Rêxistinên Suryan li dijî siyaseta dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
12 gulan, 2022   13:33
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ku dê 2 rojan berdewam bike, li taxa Wista ya Qamişlo û li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Suryan hat lidarxistin.

Li kêleka partî, rêxistin û saziyên suryanî û asûrî, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî yên li herêmê jî tev li çalakiyê bûn.

TIRKKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Di çalakiya konvedanê de, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî û got: "Kiryarên dewleta Tirk di salên derbasbûyî de û planên îro xeter in divê hemû sûrî li dijî van planên ku nexşeya Sûriyê û hevgirtina civakî parçe dike, bisekinin."

Bersûm diyar kir ku di bin navê parastina neteweya xwe de dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir dike û li gorî siyaset û berjewendiyên xwe her wiha li ser hesabên niştecihên resen guhartina demografiyê çêdike.

Bersûm da zanîn ku dewleta Tirk heman siyaseta pêşiyên xwe yên osmanî û Îtîhad û Terreqî  dewam dike. Her wiha îşaret pê kir ku komên leşkerî yên çekdar girêdayî dewleta Tirk in û bi rêya wan planên xwe pêk tîne.

Bersûm daxuyand ku ev komên çekdar sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tînin û gelên Suryan, Asûr, Kurd, Ermen û Êzidî yên li Sûriyê, Iraq yên ji ber sûcên dewleta Tirk û wan koman gelek êş kişandine.

KOÇBERKIRINA ŞÊNIYÊN RESEN

Barsûm got: "Dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din bû sedema koçberkirina niştecihên wê yên resen ên Suryan, Kurd, Ermen û Ereb. Her wiha komkujî li dijî sivîlan hatin kirin û mal û milkên wan hatin desteserkirin. Komên çekdar ên ji herêmên din hatine li bajarên dagirkirî hatin bicihkirin."

Endama Partiya Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Barsûm got dîrok îsbat dike ku dewleta Tirk gelên resen û xwedî dîrok qebûl nake û wiha domand: "Di sala 1915’an de dewleta Tirk gelê Suryan, Aşûr û Kildanên Xiristiyan kirin hedef û ji axa wan koçber kirin, mal û milkên wan desteser kirin, destdirêjî li jinên wan kirin û zarokên wan kuştin. Ev komkujî nayên jimartin û hemû jî ji bo qirkirina hebûna gelan e."

Corcêt Barsûm diyar kir ku komkujiyên ku hatine kirin, wekî Semîl  a sala 1933'an, Hekarê ya sala 1924'an û Peymana Lozanê ya 1923'an dîsa dubare dibin û got: "Ji planên vegera dildarî ya penaberên armanc dikin demografî, nasname û dîrokê gelên herêmê biguherînin.

Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû, Subhî Melkî got: "Erka me ye ku em piştgiriya berxwedana gelan û hêzên me bikin ku herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk diparêzin. Divê koalîsyona navneteweyî û Rûsya fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe û guhertina demografiyê li herêmê pêk neyne. Her wiha çeteyan ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî derxe.”

Çalakiya konvedan wê heta saetên êvarê dewam bike û dê heta sibe di saetên êvarê de bi dawî bibe.

(eh-dx)

ANHA