Parêzerên Helebê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir

Yekitiya Parêzeran a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, ev tecrîd ne li gorî pîvanên navneteweyî ye.

Parêzerên Helebê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir
12 gulan, 2022   13:56
HELEB

Di çarçoveya şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan, îro Yekitiya Parêzeran a Helebê li pêşiya navenda yekitiyê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê Mihemed Emîn bi beşdariya dehan hiqûqnas û parêzeran daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda li ser rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de ne li gorî pîvanên navneteweyî û mirovî ye û wiha hate gotin: "Tevî gelek caran parêzeran daxwaza hevdîtina bi rêber Ocalan re kirin, lê dîsa jî desthilata Tirk rê nade."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma Tirk bi domandina zextên li ser gelên azadîxwaz û rêber Ocalan nikare têkoşîna gel a li hemberî pergalên dîktator lawaz nake.

Parêzeran diyar kir ku Tirk berpirsa tenduristiya rêber Ocalan e û got: "Em parêzer, çalakger û hiqûqnas rejîma Tirk berpirsa tenduristiya rêber Ocalan dibînin û bang li rêxistinên navneteweyî û CPT, hemû hikumetên demokrat dikin ku zextê li ser rejîma Tirk bikin da ku rêzê ji mafên mirovan re û hemû pîvanên navneteweyî re bigire."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên rejîma Tirk û hesabnexwestina ji wê hate şermezarkirin.

(eh)

ANHA