Li Çelebiyê êrişên dagirkeriyê û îxaneta PDK’ê hatin şermezarkirin

Kongra Star li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re çalakiya konvedanê li dar xist.

Li Çelebiyê êrişên dagirkeriyê û îxaneta PDK’ê hatin şermezarkirin
12 gulan, 2022   13:27
EYN ÎSA

Di konê çalakiyê de ku tenê rojeke ya li navçeya Çelebiyê bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî, faşîst û PDK’ê têk bibin" gelek şandeyên ji Kobanê û navçeyên wê; Sirîn, Curin û Eyn Îsa beşdar bûn.

Di çalakiyê de, berdevka Kongra Star a li navçeya Çelebiyê Zelîxe Elî axivî û êrişên dewleta Tirk ên bi beşdariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, berxwedana hêzên gerîla ku parastina gelên azad dikin silav kir.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Ronahî Heco îxaneta PDK’ê û beşdariya wê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Ronahî Heco da zanîn ku PDK’ê bi serkêşiya malbata Barzanî li şûna berjewendiyên gelên bi hesreta azadiyê ne pêk bîne, xizmetî dewleta Tirk a dagirker dike. Dê teqez Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi berxwedana xwe nehêlibe dewleta Tirk a dagirker planên xwe li herêmê pêk bîne.

Her wiha welatiya bi navê Emîne Mistefa li ser çalakiyê axivî û wiha got: "Divê welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser destekê bidin berxwedana rewa ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna. Ji ber dijmin hewl didin vîna berxwedêran bişikîne û planên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bixe pratîkê.

Emîne Mistefa li dawiyê got pêwîstî bi berxwedana û parastina rewa hebe û dagirkerî were bidawîkirin.

Li aliyekî din jî Yekitiya Jinên Ciwan a li navçeya Çelebiyê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji pêş navnea Kongra Star a li navçeyê ber bi konê çalakiyê ve ket rê. Tê de bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn, alên Kongra Star, ciwanên şoreşger, PKK’ê û wêneyên rêber Ocalan hildan.

(fr)

ANHA