Parêzerên Abdullah Ocalan ji ber qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, qedexeya hevdîtina bi malbatê re ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, birin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji ber qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
12 gulan, 2022   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Astengkirina serdana malbata rêber Abdullah Ocalan a bi cezayên dîsîplînê yên "bêhiqûqî" çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

Di serlêdanê de işaret bi "incommunicado" hate kirin, tê wateya rewşa qutbûna bi temamî ya têkiliyê. Parêzeran diyar kir ku wernegirtina agahiyê ji Abdullah Ocalan êşkence ye û ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku binpêkirina mafê hurmeta li jiyana malbatî û taybet, binpêkirina mafê darizandina adîl û parastinê, binpêkirina mafê rêya serlêdanê ya bi bandor tespît bike.