Dagirkeriya Tirk vê carê gundewarê Şera topbaran dike

Piştî hedefgirtina gundewarên Şêwara û Şehbayê, dewleta Tirk a dagirker vê carê gundê Kiştarê, Kefer Anton, Tat Meraş û Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk vê carê gundewarê Şera topbaran dike
12 gulan, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê gundên Kiştarê, Kefer Anton, Tat Meraş û Şewarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Heta niha nêzî 40 top li wan deveran ketine.

Topbaran heta niha berdewam e.

ANHA