Dagirkeriya Tirk kantona Şehba û navçeya Şêrawa topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanek, Aqîbê, Bênê yên navçeya Şêrawa, gundê Kefer Naya yê kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk kantona Şehba û navçeya Şêrawa topbaran dike
12 gulan, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanek, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efînê bi dijwarî topbaran dikin. Heta vê gavê nêzî 20 top li wan deran ketine.

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Kefer Naya yê kantona Şehbayê topbaran dikin. Heta niha nêzî 10 top li gund ketine.

Topbaran hîna berdewam e.

ANHA