Şêniyên Sinûnê: Divê artêşa Iraqê ji Şengalê derkeve

Ciwanên Şengalê li dijî hebûna artêşê ya li nava gund û navçeyên Şengalê çalakiyên xwe berdewam dikin. Ciwan got, divê artêşa Iraqê ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê  derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Şêniyên Sinûnê: Divê artêşa Iraqê ji Şengalê derkeve
10 gulan, 2022   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê dest pê kirin û zextên PDK ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê zêde bûn, ciwanên Şengalê çalakiyên xwe li dijî hebûna artêşa Iraqê ya di nav gûnd û bajaran de berdewam dikin.

Ciwan îro jî li navçeya Sinûnê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Çalakiya ciwanan li Çarxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî hate lidarxistin.

Çalakvanan bi pankart û dirûşman xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê  derkevin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.