​​​​​​​2 lêkolînerên amerîkî banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

2 lêkolînerên amerîkî banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên kir. Lêkolîneran der barê plana dewleta Tirk a bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî  de hişyarî da, ku ew plan bi armanca rewakirina dagirkirinê ye.

​​​​​​​2 lêkolînerên amerîkî banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
10 gulan, 2022   14:40
ŞEHBA

Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê berdewam dike, tê e bi dehan nûnerên ji sazî, Rêveberiya Xweser û kesayetên sûrî hene.

OSMANIYA NÛ

Di rûniştina duyemîn de analîzvanê di şerên navneteweyî de û pisporê lêkolînên Kurd Thoreau Redcroft axivî û îşaret bi hewldana dewleta Tirk a pêkanîna siyaseta nû kir û wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide herêmeke terorî li bakurê Sûriyê ava bike. Bi texmîna min armanca dewleta Tirk ew e ku kurdan ji vê herêmê dûr bixe. Ev jî parçeyek ji siyaseta Osmaniya Nû û parçeyek ji Mîsaqî Millî ya 1912’yan e. Bi pêkanîna komkujiyên li Şengal û herêmên dîtir, vê yekê nîşan dide. Erdogan çete şandin ku ava herêmî kontrol bike, her wiha ji hikumeta alîgirê xwe re çete şandin Lîbya, li kêlek wê jî hewl da Kabulê kontrol bike û destek da Talîbanê. Girêdayî wê hewl dide bi rêya destwerdana xwe  Lubnanê kontrol bike. Ermen û qibrisiyan hedef digire, kesek nehişt û hedef negirt."

/ar/uploads/files/2022/05/10/131246_myghan-thwrw-thwrw.bmp

Thoreau Redcroft da zanîn ku li gel dewleta Tirk lîstokvan hene ku planên wê pêk bînin û wiha pê de çû: "Erdogan ji bo kontrolkirina herêmên navborî pişta xwe dida Qeterê. Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê ji bo avakirina xîlafeta xwe û armancên xwe yên berfireh bi kar tîne. Her wiha tevgerên faşîst ên wekî Gurên Boz bi kar tîne."

Li ser sedema hedefgirtina Efrînê Redcroft ev tişt got: "Ji ber ku tê de îstîqrar û aştî hebû Efrîn hedef girt, her wiha tê de jiyana hevbeş hebû. Bi nêrîna min derketina jinan ji bo şer anku şerkirina jinan hedefgirtina sîstema dewleta Tirk e. Civata navneteweyî li kêlek Ukrayna sekinî, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê de nesekinî û şermezar nekir, li ser vê yekê şoq mam."

‛KIRYARÊN DEWLEAT TIRK JI YÊN DAIŞ’Ê NE CUDATIR IN’

Thoreau Redcroft da zanîn ku kantona Efrînê ya dagirkirî azarên karesateke mirovî dikişîne û wiha anî ziman: "Efrîn azarên karesaetê, mîna qetilkirin, talankirin, tecawîzkirinê dikişîne û welatî azarên sûcên qirkirinê dikişînin. Şêniyên Efrînê ji ber talankirin û dizîna çeteyan azaran dikişînin, komên çete ji bo xwestina fidyayê 5 hezar kes revandin. Bi rêya wêrankirina cihên şûnwarî û perestgehên êzidî qirkirina çandî li Efrînê pêk tê. Çete daran qut dikin, mal û milkan talan dikin û derdixin Ewropa."

Thoreau Redcroft gotina xwe bi dawî kir: "Kiryarên dewleta Tirk ji yên DAIŞ’ê ne cudatir in. DAIŞ wekîlê dewleta Tirkiyê ye ku sûcan li Sûriyê pêk bîne. Divê hemû pêkhate li Sûriyê bibin yek ku rê li pêş Osmaniya Nû bigirin  da ku planên wê pêk neynin."

SÛCÊN DIJMIROVÎ

/ar/uploads/files/2022/05/10/131220_dyfyd-fylybs.bmp

Akademîsyanê Zanîngeha Kolombya ya Amerîkayê û şêwirmendê berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîka ya taybet bi karûbarên dewleta Tirk David Phillips li ser hewldanên dewleta Tirk ên teşwîqkirina penaberan di avahiyên mêtingehiyê de axivî û wiha got: "Li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî divê penaber neyên neçarkirin ku vegerin warên xwe. Dewleta Tirk hewl didin penaberan teşwîq bike avahiyên mêtingehê û dibistanan ava bikin. Komên artêşa azad jî li Efrînê sûcên dermirovî kirin; bi cenazeyan lîstin, welatî qetil kirin û tecawîz kirin, sîngên jinan qut kirin û li pêş ragihandin û dezgehên çapemeniyê eşkere kirin. dewleta Tirk ciwan kirin çete û neçar kirin ku alên Tirkiyê hildin. Herêmên ku hatine dagirkirin bi rêya bicihkirina malbatên Ereb hatin erebkirin. Di 2019’an de zêdetirî 300 hezar kesî neçarî koçberiyê kirin. Ehrar El-Şerqiye li kêlek rêya M4 Hevrîn Xelef siûqast kir."

Phillips behsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî êzidiyan kir û ev tişt anî ziman: "Êzidî hedef girtin û ew bi kafiran wesif kir, avahiya Yekitiya Êzidiyan wêran kir, peykerê Zerdeşt rûxand û Girê Eyn Dara bombebaran kir. Êzidî dîl girtin, mal û milkn wan ji zêr û zîf desteser kirin, ji wan 25 hezar dolar wek fidya xwestin. Cihên çandî û olî yên êziyan wêran kirin. Piştî Xûta dewleta Tirk sunne û Îxwana El-Mislimîn parast. Zêdetirî 80 hezar îxwanî ji hêla MIT’a Tirk ve hatin perwerdekirin û çek dan wan, ew ji bo şer şandin bakurê Sûriyê. Tevî hewldanên Koalîsyona Navneteweyî ya şerkirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk rizgarkerê DAIŞ’ê bû. dîplomasiyên tirkan soza destekdayîna şerê terorê da, lê li gorî wan şerê terorê şerê li dijî PKK’ê ye. Dewleta Tirk di şerê li diî PKK’ê de sînorên dewletên din derbas kir, bi wê yekê gefan li aştiya herêmî dixwe."

David Phillips di dawiya axaftina xwe de banga hesabxwestinê ji sûcdaran kir û wiha got: "Divê kesên sûcên qetilkirin, îşkencekirin, tecawîzkirin, revandin, avakirina avahiyên mêtingehê, desteserkirina mal û milkên taybet, wêrankirina jîngeh û cihên olî pêk anîne werin hesabkirin. Divê ew sûc bi dîrok, dem, dîroka jidayikbûn û agahiyên li ser kesên hatine îşkencekirin, navên kesên destê wan di sûcan de, şahidên bi deng, nivîskî yan jî dîmen werin amadekirin. Ew agahî ji dozgeriya navneteweyî re were rakirin, da ku sûcdar werin muhasebekirin. Ne pêwîst e, sûcên li dijî welatiyan li ser erdê wan pêk hatine yan jî ew welatiyên wê xakê bin, tenê divê gilî li dijî kesên sûcên dermirovî kirine werin rakirin. Li ku derê dibe bila bibe. Ji ber dadgehên ewropî beriya gilî ji wan re were rakirin agahiyên giştî dixwazin û dozger pişta xwe didin şahid û belgeyan. Divê kesên di wan sûcan re derbas bûne, bi rêya belgekirinê werin xelatkirin. Dibe ku Hakan Fîdan, Recep Teyyîp Erdogan werin hesabkirin, ew ne di ser qanûnê re ne."

(fr)

ANHA