Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin

Bi sedan şêniyên Hesekê li dijî êrişên qirkirinê yên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandan kir û gotin: “Qada Zap, Metîna û Avaşîn wê bibe keleha serkeftina gerîla.”

Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
Li Hesekê bi sedan dirûşmên 'Bimire îxanet, Bijî gerîla' berz kirin
10 gulan, 2022   12:53
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk û îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) didomin.

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê, malbatên şehîdan û nûnerên partiyên siyasî bi dirûşma "Qada Zap, Metîna û Avaşîn wê bibe keleha serkeftina gerîla" ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi destekdayîna PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandan kirin.

Xwepêşandan ji çerxerêya Sînalko ya li navenda bajêr dest pê kir û ber bi parka rêber Ocalan a li taxa El-Nasiriyê ketin rê û dirûşmeyên "Bimire Îxanet", "Na Ji Îxaneta PDK'ê re", "Bijî Berxwedana Gerîla”, "Bijî Berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê", berz kirin.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîdan, ala Yekitiya Jinên Ciwan û pankertên "Berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn wê bibe keleha serkeftinê", bilind kirin.

Li Parka Rêber Ocalan xwepêşandan veguherî mitîngê.

Piştre ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê û Kongra Star ve axaftin hatin kirin.

Rêvebereke Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ebdulrehman piştrast kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan piştgiriyê didin Hêzên Parastina Gel (HPG) parêzvanên azadiya gelan û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi destekdayîna PDK'ê, hewldana qirkirina gelan û desteserkirina destkeftiyên ku bi dest xistine ye."

Medya Ebdulrehman piştrast kir ku ew ê li kêleka HPG'ê li dijî dewleta Tirk û êrişên ku gel Kurdistanê li çar parçayan dike hedef, şer bikin û gotina xwe wiha bi dawî kir: "Hedefgirtina gerîla, tê wateya hedefgirtina tevahî gelên Kurdistanê ji ber ku gerîla hebûna me ye, divê em parastina xwe bikin."

Li ser navê Kongra Star a bajarê Hesekê, Wasif Şemût axivî û diyar kir ku êrişa bi her awayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hewldana qirkirina gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet e.

Wasif Şemût bang li PDK'ê kir ku ji xeta îxanetê vegere, ji ber ku şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin şerê hebûn û nebûnê ye, her wiha piştrast kir ku ew li kêleka gerîla û parêzvanên Kurdistanê û axa wê bisekinin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina îxaneta PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dx)

ANHA