Dayikên şehîdan li Şamê êrişên qirkirinê şermezar kirin

Dayikên şehîdan li paytexta Sûriye Şamê piştgiriya xwe ji gerîla re anîn ziman û êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê şermezar kirin.

Dayikên şehîdan li Şamê êrişên qirkirinê şermezar kirin
10 gulan, 2022   12:47
ŞAM

Hejmareke dayikên şehîdan li herêma Wadî El-Meşarî ya li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk û hikumeta Kazimî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê, daxuyaniyek da raya gitşî.

Dayikên şehîdan wêneyên rêber Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star bilind kirin.

Daxuyanî ji aliyê dayika şehîd Seydo Refîq, Mewlûde Mihemed va hate xwendin û tê de berxwedana gerîla silav kir û piştgiriya xwe ji gerîla re nîşan da.

Dayikên şehîdan di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Şengalê û Bimire Îxaneta PDK'ê" berz kirin.

(dx)

ANHA