Xweparastin.. hêza sereke ya parastina taybetmendiyên civakê ye

Rewşenbîr û akademisyenan diyar kir ku baştirîn hêza civakî li hember êriş û sîstemên desthelatdar, xweparastin e û got, “Xweparastin ne tenê rakirina çekê ye, lê belê girêdana bi xakê û parastina ziman, dîrok û çandê ye jî.”

Xweparastin.. hêza sereke ya parastina taybetmendiyên civakê ye
10 gulan, 2022   07:47
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Bi pêşketina şêwazên rejîmên mêtîngeriyê yên ferzkirina desthilata xwe li dijî ser gelan bi rêya êrişên li dijî çand, ziman û dîroka wan, rêbazên xweparastinê pêş ketin, çi di nava kom an jî yekîneyên eşîr an jî qebîleyan de be.

Rêber Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de li ser xweparastinê dibêje: "Xweparastin ji bo civakeke polîtîka û exlaqî siyaseteke ewlehî ji bo civaka polîtîka –exlaqî ye, civaka ku nikaribe xwe biparêze cewherê xwe ji dest dide, rastî dagirkerî û wêraniyê tê, yan jî dê li ber xwe bide û taybetmendiyên xwe yên exlaqî û siyasî bi dest bixe."

Endamê Akademiyên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulwehab Xelef diyar kir ku xweparastin cewherê mirovan e û wiha got: "Bi rêya xweparastinê mirov dikare jiyana xwe dewam bike. Pêwîstiya hemû zindiyan bi xweparastinê heye û zindî bi xweparastinê xwe ji metirsiyan diparêze."

Xelef wiha domand: "Her zindiyek xwedî şêwazekî xweparastinê ye, mirov bi şêwazê xwe û ajel bi şêwazê xwe, xwe diparêzin, lê encam yek e ew jî parastina hebûnê ye."

Ebdulwehab Xelef xweparastina mivovan dabeşî 2 beşan kir, yek jê biyolojîk, ya din jî parastina civakî ye bi rêya tevlîbûna kesan nava koman û bi hev re parastina hebûna xwe kirin.

Akademîsyen Ebdulwehab Xelef anî ziman ku mirov di destpêka avakirina civakan de xwe ji guhertinên atmosferê weke sarbûn û germbûnê û bahozan diparast, lê piştî avakirina sîstema dewletan û desthelatê û pêkanîna wan li ser civakê êdî mirov bûye weke amûrek ji bo pêkanîna berjewendiyên desthelatê û bê xweparastin maye.

‛SÎSTEMA DEWLETÊ DEST DANÎ SER MAFÊ MIROVAN Ê XWEPARASTINÊ’

Ebdulwehab Xelef girêdayî mijarê ev tişt got: "Piştî ku hêzên leşkerî hatin avakirin, bi rejîm dewletê dest danî ser mafê parastina ferd xwe bi xwe. Armanca wê ferd her tim hewcedarî desthilatê be û bikeve bin desthilata wê. Her wiha heke ferd nikarî xwe biparasta, wê di bin hegemoniya rejîmên desthilat de be û nikare rola xwe di civakê de bilîze."

Xelef diyar kir ku civaka ku yek ji hêmanên hebûnê ji dest dabe, nexasim jî parastin, dê nikaribe bigihêje asta civaka polîtîka-exlaq û got: "Desthelatê hiştiye ku her kes bawer bike bê desthelat û dewlet û hêzên leşkerî mirov nikare xwe biparêze."

Girêdayî xeteriyên li ser civakê ji hêla rejîmên kapîtalîst ve, Xelef da zanîn ku pêwîstiya civakan bi şoreşeke rasteqîn xwe ku ferd mafên xwe bistîne ku parastina xwe bike.

Xelef di dewama axafitna xwe de got: "Divê civak careke din vegere sîstema komînal, da ku têkiliyên civakê xurt bibin ku bi wê re civak ji aliyên siyasî, aborî û civakî ve xeteriyên li xwe derbas bike, bi taybet di serdema mondernîteya kapîtalîst de. Ji ber bi hemû rêbazan hewl dide civakê kontrol bike û li gorî berjewendiyên xwe tev bigerîne."

Xelef diyar kir ku rejîmên kapîtalîst her tim êrişî şoreşan dikin mîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û wiha pê de çû: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê li ser esasê fikir û felsefeya demokratîk pêk hat, civakeke demokratîk û azad a xweser di hemû aliyan de hat avakirin, lê her ku gavek tê avêtin êriş zêdetir dibin."

Akadmisyen Ebdulwehab Xelef anî ziman ku xweparastin ne tenê bi rakirina çekan pêk tê lê belê bi girêdana bi xakê û parastina ziman, dîrok û çandê jî.

‛XWEPARASTIN XWEZAYA CIVAKAN DIPARÊZE’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Dirbêsiyê û nivîskar Ehmed Silêman jî da zanîn ku xweparastin roleke girîng dilîze û parastina destkeftiyên civakan dike, ne girêdayî tu rejîm an jî dewlet an jî partiyeke siyasî ye.

Silêman wiha domand: "Xweparastin di dema şer de parastina civakê di aliyên leşkerî, civakî û çandî dike. Rê li ber bandorên xirab ên li ser civakê, nexasim şerê taybet, digire."

Her wiha Silêman ev tişt anî ziman: "Di şerê navbera Amerîka û Vetnamê de gelê Vetnam karîbû bi rêya xweparastinê xwe rêxistin bike."

Silêman bal kişand ser pêkanîna bingeha xweparastinê ku bandorên şeran li ser civakan kêm dike û tekez kir ku divê civak girîngî bide xweparastin û rêxistinkirinê, ji ber ku ew hêza sereke ya civakê ye.

Rêber Ocalan di Manefestoya Şaristaniya Demokratîk de li ser girîngiya xweparastinê dibêje: "Civakên ku dixwazin îsbata xwe bikin û dagirkerî red bikin, dikarin vê yekê di nava saziyên taybet ên xweparastinê de bikin, ne tenê ji bo rûbirûbûna metirsiyên derve. Dibe ku aloziyên navxweyî jî derbikevin, bi wê civak dikare hebûna xwe biparêze, divê bi kêmanî xweparastin hebe da ku rê li ber êrişan û bikaranîna kapîtalîst û desthelatê bigire."

(şt)

ANHA