Endamê Rêveberiya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê: Şengal niha aram e, lê komplo berdewam in

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mistefa Nebo hişyarî da û diyar kir ku komployên li dijî Şengalê berdewam dikin. Nebo destnîşan kir ku hikumeta Kazimî û PDK plana qirkirinê ya DAIŞ`ê di 2014`an de dest pê kiriye, dewam dikin.

Endamê Rêveberiya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê: Şengal niha aram e, lê komplo berdewam in
10 gulan, 2022   07:31
 NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SİLO

Duh êvarê têkildarî rewşa Şengalê, siyasetên li dijî civaka êzidî, rola Partiya Demokrat a Kurdistanê di wan siyasetan de û berxwedana êzidyan, ajansa me bi endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mistefa Nebo re bernameya taybet çêkir.

Mistefa Nebo di destpêka axaftina xwe de behsa êrişa DAIŞ`ê ya 2014`an li dijî Şengalê kir û got: “Ji ber ku civaka êzidî rastî bi dehan fermanan hatiye, êdî bi civaka fermanan tê nasîn. Fermana herî dawîn jî bi destê DAIŞ`ê bû û hîna berdewam dike.”

Nebo wiha domand: “Me dît çawa artêşa Iraqê deşta Nînewa û Mûsilê radestî DAIŞ`ê kir. Tevahî cîhanê jî dît çawa hêzên PDK`ê direvin û Şengaliyan bi tenê dihêlin, ku piştre rastî kuştin û revandinê hatin. Eger gerîla ji çiyayên Kurdistanê yekser û Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji Rojava destwerdan nekiriba, dê bela mezintir bûya.”

Nebo destnîşan kir ku ya girîng ku divê di vê demê de bê gotin ev e: “Komploya li ser civaka êzidî û gelê Kurd bi giştî berdewam e, li hember vê komployê tiştên sereke hene ku divê bên kirin.”

Mistefa Nebo di dewama nirxandina xwe de bal kişand ku, “Piştî fermana 3`ê Tebaxa 2014`an, civaka êzidî xwe ji nûve bi rêxistin kir û rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Ev yek ji bo wan derfeteke dîrokî bû.”

Nebo her wiha teqez kir ku hêzên êzidî yên li Şengalê, Şengal kirin cihê herî bi ewle li Iraqê û wiha pê de çû: “Lê diyar e ku ev yek li xweşiya wan aliyên li dijî êzidiyan sûcan pêk tînin, nehat. Li ser wê yekê hikumeta Kazimî, Partiya Demokrat a Kurdistanê û dewleta Tirk a dagirker jî bi wan re dest bi êrişên li ser Şengalê û şerê li dijî êzidiyan kirin.”

KOMPLO BERDEWAM DIKE

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mistefa Nebo bi bîr xist ku peymana 9`ê Cotmeha 2020`an destpêka komploya nû bû ya ku heta niha li dijî Şengalê dewam dike û wiha domand: “Eşere bû ku destê îstixbarata Tirkiyê di wê peymanê de heye, ji ber ku di heman dîroka komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan de pêk hat. Ji wir plana wan ya li dijî Şengalê eşkere bû.”

Mistefa Nebo di nirxandina xwe de îşaret bi şerê taybet ku PDK`ê li ser Şengaliyan dimeşîne, kir û teqez kir ku PDK tevî hevkarên xwe hewl dide Şengalê ji êzidiyan vala bike, yên ku DAIŞ`ê nikarîbû bide koçberkirin û bikuje jî, ew dixwazin wan bidin koçberkirin. Nebo got, ew dixwazin ku Şengalê bê êzidî bihêlin, da ku karibin siyaset û komployên xwe li herêmê bimeşînin.

Nebo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê li Şengalê, tiştê li Efrînê rû daye jî parçeyekî planên li dijî civaka êzidî bû. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir û xelkê wê da koçberkirin. Niha jî guhertina demografiyê pêk tîne. Êzidiyên li Efrînê jî rastî siyaseta kuştin, rûxandina mezar û gundên wan hatin.”

Nebo teqez kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya planekê de pêk tên û yên planê pêk tînin jî xwedî berjewendî ne û dixwazin berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, tevgera rizgariya Kurdistanê tesfiye bike.

Mistefa Nebo her wiha daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze plana Osmaniya Nû li Rojhilata Navîn bixe meriyete û wiha pê de çû: “Dagirkirina bakurê Sûriyê û xwestina Mûsil û Kerkûkê, her wiha hewldana pêkanîna Mîsaqî Millî, ev hemû dikevin xizmeta plana wê. Bûyerên li Şengalê jî parçeyekî wê ne û di wê yekê de PDK`ê û hikumeta Mistefa Kazimî pê re hevkariyê dikin.”

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Mistefa Nebo teqez kir ku tiştê DAIŞ`ê nikarî li Şengalê bike, niha ew hewl didin dewam bikin. Nebo xelkê Şengalê ji komployê hişyar kir û bi van gotinan xîtabî wan kir: “Niha aramî li Şengalê heye, lê xeterî tê. Divê em zanibin ku koployên wan berdewam in, lewra divê em li ber xwe bidin.”

(cx)

ANHA