Li Şengalê navê din ê qirkirinê koçberkirin e- AHMET BIRSIN

Li Şengalê navê din ê qirkirinê koçberkirin e- AHMET BIRSIN
9 gulan, 2022   00:14

Hikûmeta Kazimî vê carê xwest li ser navê Tirkiye û PDK’ê fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî pêk bîne. Dema ku YBŞ/YJŞ û gel hêza xwe bi berxwedanî kirin yek, plana ku hatî amedekirin pûç bû. Dema hêza Kazimî û îtifaqa Tirkiyê û PDK’ê eriş kirin, dizanin ku wê YBŞ/ YJŞ li ber xwe bide. Tişta ku hesab nekirin ew bû ku gel di vê berxwedanê de li kêleka hêzên YBŞ/YJŞ’ê cih bigrin û dest bi berxwedanê bikin. Dema ku nekarîn bi şîdetê encama ku dixwestin bi dest bixin, bi bikaranîna amûrên çapemeniyê yên di destên xwe de bi berfirehî bi dayîna nûçeyên “Gel Şengal vala dike” hewl dan Şengalê vala bikin û di nava gel de tirsê çêbikin. Lê gelê Şengalê guh neda li van nûçeyan û li gel şervanên xwe dest bi berxwedanê kir. Ji ber vê yekê polîtîkaya şerê taybet a “avê zuwa bike, masiyan bifetisine” ku dewleta Tirk gelek caran di polîtîkaya xwe ya hilweşîna bi darê zorê de serî li wan dide, jî pûç bû.

Her çendî tê zanîn PDK di warê koçberkirina bi darê zorê de bi civaka Êzidî re xwedî tecrube ye û gelek siyaset li ser kesên koçber kirine, lê divê neyê jibîrkirin ku dewleta Tirk hostayê wî ye. Dîroka dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya koçberkirina bi darê zorê navdar e. Ya ku di dema we de li ser gelên Ermenî, Yewnan û Kurd hate kirin, weke polîtîkaya qirkirin û asîmîlasyonê hê jî didome. Me mînaka vê ya herî berbiçav li Sûriyê dît. Her çendî kiryarên despotîk ên rejîma Esed binî ziman ji, despotîzmeke ku bi gelek aliyan ji Esed derbas bû jî, vê carê Erdogan dest bi sepandina wê li gelên Sûriyê kir. Me dît ku dewletek bi fêlbaziyê êrişî rejîma Sûriyê dike, gelên Sûriyê ji hev diqetîne, wan ji hev diqetîne û li dijî hev dizivirîne, piştre jî wan dike çete û êrişî gelê Kurd dike. Lê belê dewleta Erdogan bi vê yekê têr nebû û bi milyonan sûriyeyî ajot ser rêyan, kir amûra tiştên ku dixwestin ji Ewropayê bikirin.

Ne tenê malên gelê Sûriyê wêran kirin, di heman demê de ew kir mal û tiştên ku dê berdewam di siyaset, dagirkerî û îstismarkirinê de bikar bînin. Her cara ku gelê Sûriyê li ser sînorê Ewropayê kom dikir, bi milyonan dolar ji Ewropayê distand. Di dîplomasiyê de wekî amûrek pir-armanc bi kar anî. Wî ne tenê Sûriye kir sedemê dagirkeriyê, lê belê weke herêmeke berfirehkirina neteweyî jî nirxand. Di hundir de jî weke keda erzan bi kar tîne, ji bo siyasetê jî weke malzemeyek bikar tîne. Ew kampên ku gelên Sûriyeyê yên bi darê zorê ji cih û warên xwe kirin, bi polîtîkayên tinekirina çandî û asîmîlasyonê veguherand dibistanên Tirkkirinê. Her çend behsa hin tişten weke mafên mirovan û mafên penaberan bên kirin jî, îro gelên Sûriyeyê li Tirkiyeyê bûne gelên ku ji aliyê her kesî ve tên dorpêçkirin. Tevî ku gelê Sûriyê dixwaze vegere welatê xwe, lê Erdogan heta ku negihêje armanca xwe, nahêle gelê Sûriyê vegere.

Tişta ku PDK'ê dixwaze bi siyaseta xwe ya felaketê bîne serê civaka Êzidî, ew e ku Erdogan aniye serê gelê Sûriyê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2014’an de, di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de, PDK’a ku Êzidî di komkujiya DAIŞ’ê de hişt, ji Şengalê reviya. Di encamê de li dijî êzidiyan qirkirinek hate kirin. Heta niha jî her ku axa Şengalê tê kolandin, cenazeyên kesên ku li Şengalê hatine înfazkirin hê jî tên dîtin. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî winda ne. Di dema ku bi dehhezaran ji wan koçberî welatên curbicur ên cîhanê bûne de, beşeke girîng ji wan neçar dimînin ku li kampên Neteweyên Yekbûyî yên di bin kontrola PDK’ê de bimînin, bi tehdîd û şantajên PDK’ê rû bi rû ne. Astengiya li pêşiya vegera gel a Şengalê PDK bi xwe ye. Em li vir mînaka eşkere ya siyaseta durû ya PDK'ê dibînin. Li aliyekê Rêveberiya Xweser a Şengalê li pêşiya vegera gel a Şengalê weke asteng nîşan dide, li aliyê din jî ji bo kesên li kampan ne vegerin hezar û yek astengî, gef û şantajê pêş dixe.

Di çapemenî û gelek nûçeyan de jî tê teyîsandin ku li ser navê MÎT'ê bi telefonê bang li kesên li kampan tê kirin, sîxurî li wan tê ferzkirin û eger vê yekê nekin rastî gefa kuştinê tên. Li aliyê din PDK'ê vê yekê bi awayekî vekirî dike. Niştecihên kampê diyar kirin ku kesên sîxuriya  PDK'ê nekin û li gorî wan tevnegerin, ji alîkariyên Neteweyên Yekbûyî sûdê nagirin, PDK alîkariyên Neteweyên Yekbûyî asteng dike, nikarin karekî bibînin, nikarin bi azadî li derveyî kampan tevbigerin, dema dijber tevbigerin ew tên tehdîtkirin. Bi taybetî jî propagandayên ku dibêjin bila venegerin Şengalê û bi rêveberiya xweser re têkiliyên xwe pêş nexin, tên kirin. Mijareke din jî ew e ku ew rastî siyaseteke tund a asîmîlasyonê ya olî û çandî tên, ev jî stûneke din a siyaseta koçberiyê ye.

Piştî ku PDK’ê Şengal bi komkujiya DAIŞ’ê re hişt, bi ketina PKK’ê ya Şengalê re bi parastina êzidiyan ji komkujiyê rê li ber desthilatdariya gel vekir. PDK’ê ji bo  careke din girtina Şengalê ket nav lêgerînên nû. Bi taybetî bi kesên mîna Haydar Şeşo ku beşdarî ti berxwedanê nebû û bi xwîna êzidiyan xwe kir bazarê. Bi vî awayî, wî stratejiya parçekirin û lawazkirina gel, ku stûneke girîng a koçkirina bi darê zorê ye, xist meriyetê. Hewl da gelê Şengalê parçe bike û rêveberiya xweser lawaz bike. Dema ku ji vê stratejiyê nekarîn encama ku dixwestin bi dest bixin, Tirkiye bi vê hincete her tim êrişî Şengalê kir û bi propagandayên reş ên neteweyî u navneteweyî, lêgerîna girtina Şengalê ji nû ve kir rojeva xwe. Lê gel li hemberî bomberdûmana ji hewayê ve Şengal terk nekir û li dora rêveberiya xweser bû xelek.

Di dawiyê de li ser daxwaza PDK’ê, di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi armanca hilweşandina îradeya leşkerî û siyasî ya Şengalê, bi îtîfaqa hikûmeta Kazimî û hin hêzên navneteweyî, bi taybetî Tirkiyeyê re, li ser daxwaza PDK’ê planeke nû hate avakirin ku ruxmî Şengalê, Şengalê bi rê ve bibe. Lê belê ev plan ji aliyê gelê Şengalê ve nehat qebûlkirin. Li aliyê din PDK’ê jî bêgav nema û hişt ku her tim Tirkiye êrişî Şengalê bike. Lê belê gelê Şengalê li gorî destûra bingehîn a Iraqê hatiye birêxistinkirin û tu çalakî û xebateke ku gefê li Tirkiye û hêzeke din bixwe nekiriye. Yekane sûcê wan êzîdîbûn û pozîsyona jeopolîtîk a Şengalê ya ku bi sedsalan li ser jiyan bû. Astengiya li peşiya Peymana Erdogan a ku dixwest Mûsilê bixe bin kontrola xwe bû.

Civaka Êzidî bi salan e ji bo xwe ji fermanan rizgar bike ketine rêya koçberiyê. Lê vê carê ne wisa bû. Vê carê jî Derwêşên Şengalê yên ku ew zindî hiştin, destûr nedan. Êrişa artêşa Iraqê ya bi tank û topan di 18’ê Nîsanê de dest pê kir, bi tevahî armanca dagirkirinê bû. Her çiqas li Digurê dest pê kiribe jî, di demeke kurt de li cihên wekî Sinûnê û Xenasorê belav bû. Her çend hêzên PDK, bi zanebûn nûçeyên weke “Şengal vala dibe” belav kirin jî, beşeke girîng a gelê Şengalê serî li ber vê tirsê dananîn. Ji bo ax û kevirê xwe li ber xwe da. Vegere kampên PDK'ê yên ku bi zorê jê derketine careke din qebûl nekirin. Ji bo leşkerên Iraqî ji Şengalê derkevin îro gel li kolanan bertekên xwe yên demokratîk nîşan dide. Bi vî rengî rastiya gelê ku Şengalê diparêze û ji Şengalê koç nake derdikeve holê.

Helbet hê xeterî neqediyaye. Lê gelê Şengalê vê îmtîhanê bi serkeftî derbas kir. Vê carê jî neket lîstika qirkirinê ku navê din ê polîtîkaye, qirkirin e. Wan dît ku ew ne bi tenê ne. Çawa ku şerê Şengalê bû hevpariya stratejîk a desthilatdaran, derket holê ku Şengal ji bo gelê Kurd û dostên wan weke herêmeke stratejîk tê dîtin. Ji ber vê yekê îhtîmala ku êrişa li ser Şengalê ne tenê Şengalê be, li erdnîgariyeke pir berfireh belav bibe, mijara sereke ye ku divê PDK û Iraq li ber çavan bigirin.

ANHA