Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla

Li bajarê Hesekê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewlet Tirk û PDK'ê çalakiyeke hunerî hat lidarxistin.

Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
Bi çalakiyeke hunerî piştgirî dan berxwedana gerîla
8 gulan, 2022   18:29
HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê ji bo piştgirî bide berxwedana gerîla ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Çalakî bi amadebûna bi dehan şêniyan li parka Kawa ya li taxa Miftî hate lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Mihemed Cûdî axivî, bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Mihemed Cûdî diyar kir ku ew piştgirî didin berxwedana gerîla û hevkariya PDK'ê bi dagirkeriyê re şermezar kir.

Di çalakiyê de koma Xabûr stran gotin, beşdaran li ber stranan govend gerand.

(şt)

ANHA