HPG: Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet fermandarên sembol ên berxwedana Zapê ne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet ku bi îradeyeke xurt a Apoyî şer kirin û şehîd bûn, weke fermandarên sembol ên Berxwedana Zapê cihê xwe di dîroka gelê me de girtin."

HPG: Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet fermandarên sembol ên berxwedana Zapê ne
8 gulan, 2022   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Fermandarên fedayî hevrê Mizgîn û Rûmet ku ji kêliya destpêkirina êrişên dagirkeriyê û pê ve li qada Kurojahro bi berxwedaneke mezin derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, destnîşan kirin ku berxwedana li Zapê wê li ser xeta fedayîtiyê be. Ji ber ku heta dawiyê baweriya xwe bi wê yekê anî ku êrişên dijmin ên bi hemû derfetên xwe dike tenê bi vî rengî dikarin bêne têkbirin û li ser vê bingehê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet ku bi îradeyeke xurt a Apoyî şer kirin û şehîd bûn, weke fermandarên sembol ên Berxwedana Zapê cihê xwe di dîroka gelê me de girtin.

Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurdên azad li hember mêtingeriyê serî natewînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mizgîn Ronahî

Nav paşnav: Halîme Efendak

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Cîhar-Mûhammed

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Rûmet Amed

Nav paşnav: Nejdet Mahmût Salîh

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Şemse-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."