Li parêzgeha Xozistanê 50 kes hatin binçavkirin

Li parêzgeha Xozistan yê Îranê bi dehan kes li dijî rewşa aborî ya xirab xwepêşandan kirin. Li ser wê yekê hêzên Îranê 50 kes binçav kirin.

Li parêzgeha Xozistanê 50 kes hatin binçavkirin
8 gulan, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina hiqûqî ya Îranê “Harana” ragihand ku hêzên ewlehiyê li bajarê Xefaciyê ku niştecihên wê Ereb in, 20 xwepêşandêr binçavkirin.

Rêxitina navborî li gorî çavkaniyên hiqûqî yên xwedî agahî diyar kir ku kesên hatine binçavkirin bo cihekî nediyar hatine veguhestin û nasnameyên wan nayên zanîn.

Rêxistinê her wiha piştrast kir ku hêzên Îranî sewqiyetên leşkerî, wesayîtên zirxî û hêzên têkoşîna li dijî tevlîheviyê şandin bajarên Ereban li Xozistanê da kur ê li xwepêşandan bigirin.

Li aliyê din malpera “Awa-Today” a muxalîf ragihand ku li bajarê El-Hiwîze yê Ereban ê girêdayî Xozistanê ji ber xwepêşandanên li dijî hikumetê 30 kes hatin binçavkirin. Malperê eşkere kir ku roja şemiyê li bajarê Îzêh yê girêdayî parêzgeha Xozistanê jî xwepêşandan hatin lidarxistin, hêzên ewlehiyê destwerdan kir û hin kes birîndar bûn.

Platformên îranî yên ser bi muxalefetê ve jî ragihandin ku li bajarê Şîraz ê başûrê Îranê jî xwepêşandan hatine lidarxistin.

Di demên dawîn de, ji ber rewşa jiyanî û aborî ya xirab li welêt rexne zêde bû û ji ber nebûna ard, hin dikan hatin girtin.

Di Mijdara 2019'an de, ji ber bilindbûna nirxê benzînê xwepêşandanên berfireh pêk hatibûn.

(dx)