Mamosteyên Tirbespiyê: Hewcedariya qonaxê bi helwesteke cidî ya gelan heye

Mamosteyên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriêy û Şengalê şermezar kirin û got, hewcedariya qonaxê bi helwesteke cidî ya civakê heye.

Mamosteyên Tirbespiyê: Hewcedariya qonaxê bi helwesteke cidî ya gelan heye
7 gulan, 2022   11:41
QAMIŞLO

Navenda Perwerdeyê ya Navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha Şengalê şermezar kirin.

Endamê rêveber ê navend Fener Şakir Hisên û Usama Diyab jî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Piştî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hewldana wê ku li herêmê firehtir bibe, Rêveberiya Xweser têk bibe, pêkanîna êrişan li dijî Şengalê bi rêya komployên kirêt bi hikumeta Iraqê û PDK`ê, em ji wan re dibêjin siyasetên we eşkere ne û gelên berxwedêr pê nayên xapandin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelên herêmê terora dewleta Tirk û komên terorîst têk birin ku gelên Iraq û Sûriyê kuştin û koçber kirin. Dewleta Tirk her tim hewl dide xêr û berekata herêmê talan bike û dijmantiya PDK`ê li hember gelê Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola mamosteyan ji bo zanakirina civakê hat kirin û hat gotin: “Mamoste dikarin kesên bi van siyasetên tên xapandin hişyar bikin û li dijî komployên li ser gelên herêmê tê bikoşin.”

di daxuyaniyê de êrişên li dijî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û bang li hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku nekeve xefka planên dewleta Tirk a dagirker û li dijî hebûna Tirkiyê li ser xaka xwe, helwesteke cidî nîşan bidin.

(eh)

ANHA