Zenlensky şertê dan û standina bi Moskovê re diyar kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky vegera hêzên Rûsyayê li baregehên ku beriya operasyona leşkerî lê bûn, wekî şertê dan û standinan diyar kir.

Zenlensky şertê dan û standina bi Moskovê re diyar kir
7 gulan, 2022   09:17
NAVEDNA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got: "Lihevkirinên bi Rûsyayê re divê li ser bingeha vegera hêzên Rûsyayê li baregehên ku beriya destpêkirina şer lê bûn, be."

Lê belê Zekensky behsa Nîvgreva Qerm ku Rûsyayê sala 2014`an dest danî ser, nekir.

Li aliyê din, cîgira serokwezîrê Ukraynayê Irina Vereshuk anî ziman ku roja înê karwanekî ku 50 jin, zarok û îxtiyar tê de bûn ji kargeha hesin a li Zovstal a li Marîûpolê derket.

Irina xebatên derxistina sivîlan bi "pir giran" wesif kir û ji ber vê derengxistinê Rûsya bi binpêkirina agirbesta herêmî ku rê dide sivîlan derkevin, tawanbar kir.

Lê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku roja înê 50 sivîl hatin derxistin û ev yek dê îro jî dewam bike.

Irina Vereshuk da zanîn ku ew ê sibe jî sivîlan derxin, tê texmînkirin ku derdora 200 sivîl li kargehê xwe veşartine.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî got ku hêzên wan amade ne koorîdoreke ewle ji bo sivîlan vekin, lê li hemberî vê divê leşker xwe radest bikin.

(eh)