Rojnameyên Erebî: Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî aloziya mirovî heye

Rojnameyên erebî vê sibê behsa krîza tenduristî ya li bakur rojavayê Sûriyê, aloziya siyasî li Iraqê û hilbijartinên Lubnanê kir.

Rojnameyên Erebî: Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî aloziya mirovî heye
7 gulan, 2022   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

HIŞYARIYÊN NAVNETEWEYÎ DER BARÊ ALOZIYA TENDURISTIYÊ LI BAKUR ROJAVAYÊ SÛRIYÊ DE

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji hişyarî da ku ji ber kêmbûna alîkariyên tenduristiyê yên navneteweyî, aloziyeke tenduristiyê li bakur rojavayê Sûriyê rû bide.

Cîgira berpirsa Nivîsgeha Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Lîn Melûf pênşemê li ser hesabê xwe yê fermî wiha nivisî: “Ji ber kêmbûna fînanseyê di sala borî de, li bakur rojavayê Sûriyê nexweşxane hatin girtin û bi milyonan sûrî ji  xizmetn tenduristiyê pê bar mane.”

Lîn bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku girîngiyê bidin vê mijarê. Tê payîn ku ev rêxistin hefteya bê li Brukselê li hev bicivin.

Bijîşkek dibêje ku li nexweşxaneya ew lê kar dike, dermanên bencê bi zehmetî tên peydakirin û wiha dewam kir: “Girtina nexweşxaneyan, kêmbûna xizmetên tenduristî û zêdebûna lêçûna xizmetên tenduristî yên taybet, rewşa tenduristiyê ji li bakur rojavayê Sûriyê xirabtir dibe. Niha li bakur rojavayê Sûriyê aloziyeke mirovî ya metirsîdar heye.”

Ji ber salên dirêj ên şer, li navendên tenduristiyê yên Sûriyê kadroyên tenduristiyê kêm bûn, bi hezaran ji wan ji ber xizmeta leşkertiyê berê xwe dan welatên cîran. Her wiha di 2020`an de zêdetirî 200 xebatkarên qada tenduristiyê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da. Hemwextî wê yekê hejmara bijîşkên ji ber rewşa aborî û jiyanî ya xirab koçber dibin, zêde bû.”

LI IRAQÊ HEVRIK BI RÊYA ÎNSIYATÎFAN DIKEVIN PÊŞBIRKÊ

Der barê aloziya siyasî li Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin, însiyatîfên ku hêzên siyasî pêşkêş kirine, çareserkirina aloziya li welêt armanca nake, lê belê aloziya heyî kûrtir dike û her aliyek hewl dide aliyê din bê bandor bike.

Heman aliyan diyar kir ku armanca serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir ji însiyatîfê, ne afirandina rêgeha danûstandinan e lê belê têkbirina însiyatîfa Çarçoveya Koordînekirî ye. Her wiha hişyarî da ku hewldana her du aliyan a xistina parlamanterên serbixwe di şer de, dê bi xwe re parçebûn û jihevketinê bîne.

Li gorî çavdêran, vebijêrka yekane jihevxistina parlamantoyê û lidarxistina hilbijartinên nû ye. Lê encamên vê vebijêrkê jî ne diyar in û dibe ku heman pirsgirêkê bi xwe re bîne.”

LUBNAN.. LUBNANIYÊN LI DERVE DENGÊ XWE DIDIN, YÊN LI HUNDIR JÎ LI BENDÊ NE

Girêdayê rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Lubnaniyên li derve di pêvajoya yekemîn a hilbijartinên parlamantoyê de dengê xwe bi kar anîn. Ev dengdayîn dê ji bo lubnaniyên li hundir mîna prove be ku dê ew jî di 15`ê Gulanê de dengê xwe bi kar bînin. Heke hilbijartin bi ser kevin, welat dê derbasî pêvajoyeke nû bibe û metirsiyên derengxistina hilbijartinan ji holê rakin, çi li ser astê avakirina hikumeta piştî hilbijartinan be, çi jî hilbijartinên serokkomariyê yên di payîza pêş de be.

Dengdayîna lubnaniyên li derve nîşaneyên girîng digirin nava xwe bi taybet li gel ku hejmara lubnaniyên dengê xwe dane 220 hezar derbas kir. Li gorî çavdêran, ev hejmar li gorî hejmara rastîn a lubnaniyên li derve kêm e. Lê dîsa jî dê bandorê li encamên hilbijartinan bike.”

(şx)