Ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan hat kirin

Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re malbat û wasîsê rêber Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan hat kirin
6 gulan, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan tevî wasîsê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.