Serokekî nû yê Partiya Sûriya Pêşerojê hat hilbijartin

Ebid Hamid El-Mihbaş wekî serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd jî wekî sekertera giştî hatin hilbijartin. Her wiha 127 endamên nû ji bo mecilsa giştî ya partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên meclisê li Ewropayê, hatin erkdarkirin.

Serokekî nû yê Partiya Sûriya Pêşerojê hat hilbijartin
6 gulan, 2022   12:03
 REQA

Vê sibehê bi dirûşmeya “Sûriyeke demokratîk, pirrngî û nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiyên me ne, partiya me hêviya me ye”, kongreya 3`yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.

Kongre li hola Tac a li başûrê bajarê Reqayê hat lidarxistin û bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyên siyasî û yên serbixwe, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Hums û Idlibê, dayika şehîd Hevrîn Xelef û malbatên şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê, beşdarê bûn.

Piştî xwendin û nîqaşkirina rapora rêxistinî, hilbiartinên serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kirin. Bi rêya dengdana yekser, Ebid Hamid El-Mihbaş wekî serokê partiyê, Sîham Dawûd jî car din wekî sekertera giştî ya partiyê hatin hilbijartin.

Her wiha Xaliye El-Kejwan wekî berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Elî Mihemed wekî berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, her wiha 127 endam ji bo Meclisa Giştî ya partiyê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Idlib û Humsê û endamên meclisa partiyê li Ewropayê jî, hatin hilbijartin.

Tê payîn ku kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(cx)

ANHA