​​​​​​​PDK: LI KURDISTANÊ XETA XIYANETÊ 3 – DIYAR XERÎB

​​​​​​​PDK: LI KURDISTANÊ XETA XIYANETÊ 3 – DIYAR XERÎB
5 gulan, 2022   00:30

Di dema Osmaniyan de li hemberî kurdan gelek komkûjî çêbûne, her wiha gelek serhildanên kurdan jî li dijî Osmaniyan hatine pêş xistin. Di van serhildanan de sedema esasî ku dihêle serhildan têk biçin û pişt wê re jî komkûjî çêbibin xiyanet e. Bi taybetî weke mîraseke Osmaniyan piştî ku Komara Tirkiyê ava dibe, li ser esasê tinebûna kurdan xwe îlan dike. Bi taybetî salên destpêkê yên komarê de jî li dijî vê polîtîkayê li seranserê Bakurê Kurdistanê serhildanên kurdan çêdibin. Lê komar hemû kurdan bi hev re nagire dest, parçe parçe êrişî wan dike. Dema êrişî eşîreke dike, eşîreke din digire gel xwe, qet nebe wan bê deng dike. Polîtîkayeke sereke jî di nava serhildanê de dabeşkirinê çêdike, kesên ku xiyanetê serhildêran bikin û xizmetî komarê bikin her carê peyda dike. Bi vî rengî heya salên 1938’an li her cihekî Bakurê Kurdistanê komkûjiyan dike û dihêle ku demeke dirêj deng jê dernekeve.

Piştî salên dirêj ên bêdengiyê di sala 1965’an de PDK -Tirkiye (PDK-T) çêdibe. PDK cara yekê di salên 1940’î de li Rojhilat, pişt re li Başûr û pişt re jî li Bakur çêdibe.  Lê divê em balê bikşînin ser ku ev hemû ne yek rêxistin in û ji aliyê yekkesî ve çênebûne. Di esasê xwe de di dema Komara Mahabadê ya Kurdistanê de Rûsya vî navî ji bo Qazî Mihemed wan pêşniyar dike. Li parçeyên din jî ev nav esas tê girtin. PDK-T jî di pêşengtiya Faîk Bucak de çêdibe. Eşîra Bucak û Faîk Bucak di wê demê de welatparêz in.

Komara Tirkiyê careke din erka xwe pêk tîne û dixwaze vê yekê asteng bike. Hewl dide bi nakokiyên eşîrî pirsgirekan derbixe, li ser van esasan Faîk Bûcak jî tê kûştin. Dema ku ew tê kûştin jî, di nava Bûcakan de xeta welatparêziyê tê lewazkirin û xeta hevkariya dewletê tê pêşxistin. Jixwe di dîroka tevgera me de jî, eşîra Bucakan li ser esasê ew xeta hevkar a dewletê, li hemberî tevgera me jî disekinin.

Piştî Faîk Bucak tê kûştin, Seîd Elçî dibe serokê PDK Tirkiye; lê ew partî dibe du beş. Beşek rastgir in, beşek jî çepgir in. Beşa rastgir  Seîd Elçî pêşengtiyê dike, ji beşa çepgir re jî Seîd Kirmizitoprak (Doktar Şivan) pêşengtiyê dike. Kadro û pêşengên wan ji aliyê Tirkiyê ve tên girtin. Heya sala 1970’î Seîd Kirmizitoprak di zîndanê de dimîne û derdikeve. Di wê serdemê de hevdîtinên di navbera PDK a Başûr û hûkimeta Iraqê de hene. Iraq, otonomiya kurdan li Başûr qebûl dike. Lê ji ber pirsgireka Kurd êdî bûye pirsgirekeke navnetewî qebûlkirina Iraqê tenê têrê nake. Dewleta Tirkiyê li dijî vê derdikeve û bi şertê ku li Tirkiyê ti tevgerên kurdan çênebin û yên heyî jî werin tasfiyekirin, vê yekê qebûl dike. Di wê serdemê de Seîd Kirmizitoprak jî tê Başûrê Kurdistanê û demekê alîkariya PDK ya Başûr dike. Di sala 1971’an de jî dixwaze xwe tevger bike, da ku li Bakur tevgereke çekdarî pêş bixe.

Wê demê Barzanî û PDK vê yekê qebûl nakin. Dibêjin, “niha ne dema wê ye ku tu karekî bi vî rengî bikî.” Ew yek di navbera Barzanî û Doktor Şivan û hevalên wî de dibe pirsgirek. Di demeke wisa de Seîd Elçî jî ji zîndanê derdikeve û tê Başûrê Kurdistanê. Seîd Elçî tê Zaxo û dixwaze biçe gel Doktor Şivan. Li gorî ku hevalên Seîd Elçî dibêjin, navberekê di nava Seîd Elçî û Doktor Şivan de pirsgirek hene, dixwaze wan çareser bike. Yek jî dibihîse ku Doktor Şivan hin amadekariyan ji bo Bakur dike, dixwaze biçe gel wî da ku pêk ve kar bikin. Li ser vê esasê ji PDK dixwaze ku wî bibin gel Doktor Şivan.

PDK jî dibêjin, rast e û xwestiye biçe gel Doktor Şivan. Lê piştî ku diçe gel PDK, êdî nayê dîtin. Piştî wê çi li serê wî hatiye, hevalên wî jî nizanin. PDK dibêje, “me ew bir û radestî Doktor Şivan kir, lê piştî rojekê Doktor Şivan ew kuştiye.” Doktor Şivan û hevalên wî jî dibêjin, “ne rast e, PDK ji me re gotiye ku Seîd Elçî dixwaze bê gel we, lê neanîne gel me. Pişt re me fêm kiriye ku di rê de ew kuştine.” Ew çîrokeke û du rengên wê hene. Di encamê de PDK, Doktor Şivan digire û bi kuştina Seîd Elçî gumanbar dike. Wî demekê dixin zîndanê û dadgeha wî çêdikin, di encamê de dadgehên PDK biryar didin ku Doktor Şivan jî bikujin.

PDK dibêje, “belgeyeke ku Doktor Şivan bi xwe nivîsandiye û îtîraf kiriye ku Seîd Elçî kuştiye di destê me de ye.” Biryara kuştina Doktor Şivan jî, bi wê belgeyê didin. Bi vî rengî Seîd Kirmizitoprak (Doktor Şivan) jî tê kuştin. Hevalên Doktor Şivan dibêjin, “ew belgeya îtîrafê ne rast e,  ew xetên nivîsandinê û ew axaftin jî ne ya Doktor Şivan in. Ew planeke dezgehên parastina PDK û mîta Tirkiye ye û pêk ve kirine. Bi zanebûn Seîd Elçî azad kirine, anîne Başûr û kuştine, bi gumanbariya kuştina wî jî, Doktor Şivan kuştine. Bi vî rengî pêşiya şerê Bakur jî girtine.” Hevalên Doktor Şivan û hinek hevalên Seîd Elçî dibêjin, “bi vî rengî hem Tirkiye ji PDK ya Tirkiye rizgar kirine, hem jî Barzanî û PDK ya Başûr xwe ji vê belayê rizgar kirine.”

Ger hûn dîqat bikin, dema ku Rêber Apo dixwaze ji Bakurê Kurdistanê derkeve, vê mijarê dinirxîne û dibêje, “hinek heval dibêjin em biçin Başûrê Kurdistanê, lê niha em lewaz in. Ger em biçin Başûrê Kurdistanê, dibe ku qedera me jî weke ya herdu Seîdan bibe. Niha ne dema çûyîna Başûrê Kurdistanê ye.” Bi vî rengî ew tevgera PDK ya Bakur ku dixwest pêş bikeve jî, di salên 1971-72’an de tasfiye kirin.

 Di vê derê de pîsporiya dewleta Tirkiyê derdikeve holê ku di dîroka xwe de Kurd bi çi rengî li dijî kurdan dane karanîn. Her wiha tiştê herî girîng jî PDK ya ku li parçeyên din yên Kurdistanê tevgerînên xwe yên li dijî kurdan, cara yekê li Bakurê Kurdistanê jî dide destpêkirin. Li gorî belgeyên heyî tevgerîna PDK’ê ya Bakurê Kurdistanê cara yekê bi vî rengî pêş dikeve. Têkiliya xurt a PDK’ê û îstîxbaratên Tirkiyê jî bi vî rengî pêş dikevin.

Ev têkiliya PDK’ê bi Tirkiyê re, di dema Tevgara me PKK’ê de jî berdewam dike. Di salên 1980’î de Serokatî, hevalên ku perwerde kirine dişîne xeta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku ji wê derê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Botanê dest bi çalakiyên leşkerî û gerîlatiyê bikin. Wê demê tekiliya hevalan bi PDK’ê re jî çêdibe. Lê bi mesafe nêzikî wan dibin. Ji ber ku Serokatî berê jî heval şiyar kiribûn ku aqûbeta herdu seyîdan jiyan nekin. Jixwe hevalê Mehmed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn, di wê demê de bi awayekî gûman tên şehîdxistin. Serokatî vê yekê weke fêmnekirina rewşa heyî û kêm polîtîkbûna hevalan dinirxîne. Her wiha Serokatî hevalan dişîne wê derê ku li Botanê dest bi çalakiyên gerîla bikin, lê ev yek pir derengî dikeve. Nêzikatiya PDK’ê wê demê dixwaze hevalan mijûl bike, di bin kontrola xwe de bihêle û şerekî ku li Bakur destpê bike asteng bike ye. Jixwe dema 15’ê Tebaxê 1984’an de heval dest bi pêngava yekê li dijî artêşa Tirkiyê dikin jî, PDK ji vê yekê aciz dibe. Jixwe hinek rayedarên wan hevalan re dibêjin, “we çima xeber nedaye me.” Piştî wê li wê herêmê dorpêçeke datînin ser hevalan û nahêlin ku ard jî bigihêje wan. Piştî vê yekê helwesta PDK’ê, li dijî PKK’ê jî her tim di vê çarçoveyê de ye.  

Çawa ku dema YNK’ê li Başûrê Kurdistanê dest bi şerê Iraqê dike ji eşîrên girêdayî PDK’ê, bi talimata wan dibin caş; li Bakurê Kurdistanê jî dema ku PKK şerê çekdarî pêş xist, tesîra PDK li herêma Botanê hebû. Ji bo ku PKK li wan herêman cih nebe, ji eşîran re digotin biçin û bibin caş. Heya niha jî beşeke wan girêdayî PDK ne. Baş agahiya min tine, lê dibêtiyeke mezin ya li Rojhilat jî ew siyaset be. Ji wan re gotine çek bigirin û xwestine wan kontrol bikin. Lê dema ku bin kontrola wan derketine, aciz bûne.

Di xeta PDK’ê de pêşketina rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî rolekî wisa lîst. Weke tê zanîn di salên 91-92’yan de li Başûr serhildanên gel hebûn û hûkimeta herêmê çêbû. Berî ku hûkimeta herêmê çêbibe, Îran û Tirkiyê pir li dijberî vê bûn. Ji ber vê li ser PDK û YNK zext çêdikirin, digotin pêwîst e hûn hilbijartinan çênekin. Parlemento û hûkimet çênekin. Heya çend mehan di navbera wan de danûstendin çêbûn û herî dawî Îran û Tirkiyê qebûl kirin ku li Başûrê Kurdistanê hikûmet çêbibe. Amerîka û Fransa zêdetir ew hûkimet dixwestin. Ji bo ku li hemberî Iraqê bikaribin siyasetê bimeşînin, cihekî weke Kurdistanê ji wan re pêwîst dikir. Ger hûkimet jî çênebe, dibe ku belavebûn hebe. Lê divê ne mayînde bi demî bûya.

Îran û Tirkiyê jî di dawiyê de qebûl kirin, lê şertên wan hebûn. Yek, ew hûkimeta ku çêbibe divê mayînde nebe, tenê heya ku Sadam bê rûxandin berdewam bike. Ango dema ku Sadam hate rûxandin, divê ew hûkimet nemîne. Duyem, ew hûkimeta ku çêdibe divê rê nede ku rêxistinên Bakur û Rojhilat ji vê hûkimetê sûd wergirin û li dijî van dewletan şer û têkoşîna xwe pêş bixin. Ew dû şertên esasî bûn.

PDK jî ew şert qebûl kirin. Li ser vê esasê 19’ê Gulana 1992’yan de hilbijartin li Başûrê Kurdistanê çêbûn. Ew jî dîrokeke balkêş e. Di Tîrrmehê de hikûmet hate çêkirin. Dema ku hûkimet çêbû, daxwaz ji PKK, Hizba Demokrat, Komaleya Zehmetkêşan û partiyên din yên Rojhilat kir ku xebatên xwe yên çekdarî an bidin sekinandin, an jî sînorên Başûrê Kurdistanê nedin xebatindin. Li ser vê esasê, ji van partiyan re ket danûstendinan û hizbên Rojhilat ew daxwaz qebûl kirin. Lê PKK’ê qebûl nekir. Ji ber vê yekê li ser xwesteka Tirkiyê li dijî PKK’ê dest bi şerekî kirin. Jixwe biryara yekemîn ku meclîsa Başûrê Kurdistanê girtî ye, ne li dijî dagirkeran bû, li dijî PKK’ê bû.

Şerê 1992’yan jî li ser vî esasî çêbû. Ji aliyê Bakur ve deh hezaran leşkerên arteşa Tirkiyê, li aliyê Başûr ve jî bi hezaran pêşmergeyan êrişî qadên gerîla kir. Jixwe navê vê êrişî jî kiribûn, “operasyona sandevîç” ango hinek ji jor ve hinek ji jêr ve dê PKK di navberê de biperçiqandibana. Ev nav, di vê wateyê de bû. Ev êriş li herêma Heftanîn û Xakûrkê tê pêşxistin. Jixwe xeta berxwedaniyê ya gerîla di şexsê hevala Berîtan de li vê derê pêş dikeve. Tevî ev nêzikatiya PDK’ê hinek pêşmergeyên ku ev sekna jina Kurd a azad tesîr dibin dev ji çekên xwe berdidin. Her wiha di çarçoveya plansaziyên Tirkiyê de êrişên PDK’ê li dijî gerîla di salên 1995-97’an de dîsa dubare dibin. Piştî vê demê li ser esasê hevkariya bi dewleta Tirkiyê re êdî li çar parçeyên Kurdistanê jî êrişên PDK’ê, li dijî xeta kurdiyetiya azad ku di şexsê PKK’ê de pêş dikeve pêk tên.

Nîşe; Ev nivîs ji pirtûka bi navê “Dîroka Kurdistanê” ya Ş. Helmet (Diyar Xerîb) hatiye berhevkirin.

PDK: Li Kurdistanê xeta xiyanetê 2 – DIYAR XERÎB