MXDŞ: Em tu carî dev ji Şengalê bernadin

MXDŞ, got "PDK, propagandaya tirsê di nava gel de dimeşîne, dixwaze çavê gelê me bitirsîne û Şengalê vala bike. Pêwîst e hemû gelê me, oldar û eşîr, kesayetên naskirî li hemberî vê polîtîkayê hişyar bin."

MXDŞ: Em tu carî dev ji Şengalê bernadin
4 gulan, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Wekî tê zanîn ev demek e li Şengalê ji ber liv û tevgera artêşa Iraqê hin alozî derketin. Me der barê vê rewşê de ji xwe daxuyaniyeke belav kiribû û gelê xwe û raya giştî agahdar kiribûn. Ji bo vê rewşê nirxandineke nû ya ku em bikin nîne. Lê belê em dixwazin der barê polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê de hin agahî û hişyarî bidin raya giştî.

PDK ku di fermana 2014’an de îxaneta herî mezin li civaka Êzidî û Şengalê kir, li şûna ku ji civaka Êzidî efûya xwe bixwaze û di nav şermê de bimîne, ev 8 sal in dijminahiyeke mezin li hemberî civaka Êzidî û Şengalê nîşan dide. PDK’ê tu carî nexwestiye ku civaka Êzidî bibe xwedî îrade û bibe civakeke azad. Hêrsa herî mezin a PDK’ê ya li hemberî civaka Êzidî ew e ku çima Êzidî nabin xulam û koleyê wan. Ji ber ku PDK herî zêde dijminê azadiyê ye.

PDK’ê dixwest bi Peymana 9’ê Cotmehê car din vegere Şengalê lê civaka me li hemberî vê planê li ber xwe da. Civaka Êzidî bi dehan caran îlan kir ku ew car din nahêlin PDK vegere Şengalê.

Niha jî PDK dixwaze dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidî bixe nav liv û tevgerê. Rayedarên PDK’ê her roj bang li artêşa Iraqê dikin ku êrişî Şengalê bikin. Û em dixwazin bêjin di van şer û pevçûnên dawî de jî berpirsyariya PDK’ê di asta yekemîn de ye.

PDK ji aliyekî ve dixwaze artêşa Iraqê bi hêzên parastina Şengalê re bide şerkirin, ji aliyekî ve jî dest bi meşandina şerê taybet kiriye. PDK ji destpêka aloziyên dawî heya roja me, bi taybet ji bo civaka Êzidî ji Şengalê bide revandin serî li her cûre rê û rêbazên bêehlaq dide.

Wekî tê zanîn piştî şer û pevçûnên li Şengalê, ev 2 roj in şer û pevçûn sekinîne û diyalog û hevdîtin berdewam in û niha rewş aram e. Lê PDK bi gotegotên derew, dixwaze tirs di nav gel de ava bike û berê wan bide koçberiyê. Gelek alî û derdorên girêdayî PDK’ê, bi navê artêşê di nav gel de propaganda dikin û dixwazin çavê gel bitirsînin.

Em ji vê derê hemû raya giştî û civaka xwe agahdar û hişyar dikin. Ev gotegotên ku têne belavkirin nerast in, derew in. PDK di nav gel de propagandaya tirsê dimeşîne. Pêwîst e hemû gelê me, oldar û eşîr, kesayetên naskirî li hemberî vê polîtîkayê hişyar bin. PDK dixwaze çavê gelê me bitirsîne û Şengalê vala bike. Me Şengalê bi xwîna sedan şehîdan rizgar kiriye û em ê tu carî dest ji Şengalê bernedin."