Li Serêkaniyê çete bi hev ketin: kuştî û birîndar hene

Li gundewarên rojava yên Serêkaniyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin, di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Serêkaniyê çete bi hev ketin: kuştî û birîndar hene
4 gulan, 2022   17:14
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundewarên rojava yên Serêkaniyê di navbera çeteyên bi navê "Beyreq El-Şiêtat" û Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî dijwar rû da.

Heman çavkanî da zanîn ku şer li gundê Rawiye yê bajarokê Mebroke yê rojavayê Serêkaniyê rû da. Şer ji ber nakokiya li ser qaçaqçîtiyê çêbû. Ji ber ku ew gund li nêzî sînor in.

Li gorî çavkanî, di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û birîndar rakin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên çeteyên Melek Şah bi navê Ebû El-Miqdad di encama teqîna bombeya destan de li navenda Serêkaniyê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine, ji ber nakokiyên dizî û qaçaçîtiyê tevlihevî û şerên komên çeteyan hene.

(fr)

ANHA