Şandeyek leşkerî ya artêşa Iraqê gihaşt Şengalê

Şandeke leşkerî ya Artêşa Iraqê ya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Serleşker Ebdulemîr El-Şemerî û serfermandarê Giştî yê Artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarallah di nav de gihaştin Şengalê.

Şandeyek leşkerî ya artêşa Iraqê gihaşt Şengalê
3 gulan, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên hikumeta Mistefa Kazimî yên li ser Şengalê îro, şandeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê ya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Serleşker Ebdulemîr El-Şemerî û Serfermandarê Giştî yê artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah di nav de gihîştin Şengalê.

Têkildarî wê şande bi kêre hevdîtina bike tu agahî bi dest neketin.

Li Şengalê çi rûda?

Artêşa Iraqê ji pêr şev ve bi hejmareke zêde ya çekan xwest Şengalê dagir bike. Lê rastî berxwedaniya hêzên Asayîşa Êzîdxan, YBŞ-YJŞ û civaka Êzidî hat. Niha li Şengalê şer sekiniye.

Li gorî agahiyan artêşa Iraqê bi fermana Fermandariya Operasyonên Musilê ku dibin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de, tevdigere û êrişan pêk tîne.

Artêşa Iraqê ji milê gundê Tirbika ve ku girêdayî Rabîaye, hêzek mezin ber bi Sinunê ve şand û xwest bikeve Şengalê. Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzek mezin xiste nava liv û tevgerê.

Li herêma Dugurê jî hêzek zêde ya Iraqê anîn gel hev û li vê herêmê jî artêşa Iraq’ê êrîşekî giran pêş xist, heya bi tankan jî êrîş pêk anî.

Di vê navberê de artêşê hemû teknîka xwe, çek û cebilxaneyên xwe xiste tevgerê, ji helîkopteran bigre heya balafirên şer jî xiste dewrê.

Li hemberî van êrîşên artêşa Iraqê civaka Êzidî jî kete nav liv û tevgerê, dayîk, ciwan, bav û bira bi hevre kombûn û piştgiriya xwe bu hêzên parastina Şengalê re anîn ser ziman. Gelek dayîk û ciwanên ku li gel Hêzên Parastina Şengalê rext dabûn pişta xwe û çek hildabûn .

Li Şengalê piştî êrişên artêşa Iraqê yên li ser Hêzên Parastina Şengalê destpê kir, civaka Êzidî kete nav liv û tevgerê û nîşan da ku çiqas bi destkeftiyên xwe ve girêdayî ne û dê çawa biparêzin. Welatiyan şeva borî li gelek saziyên civaka Êzidî nobet girtin û xwedî li asayîş û saziyên xwe derketin.