Bîlançoya êrişên mehekê li ser herêma Efrînê hate eşkerekirin

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di meha Nîsanê de li ser kantona Efrîn û Şehbayê pêk anîne, hate eşkerekirin.

Bîlançoya êrişên mehekê li ser herêma Efrînê hate eşkerekirin
3 gulan, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di Nîsanê de li dijî navçeyên Şera, Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê pêk anîne, wiha ye:

01-04-2022, bi şev û roj gundên Tinib, Merenaz û Tepeyê Meyasê bi doçka, BKC hatin hedefgirtin, balafirên keşfê û balafirên şer jî li asîmanê herêmê geriyan.

02-04-2022, bi şev û roj, gundên Birc Qasê, Tepeyê Kilutê û gundê Şêx Îsa bi çekên doçka û BKC hatin hedefgirtin.

03-04-2022, bi şev û roj, gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê rastî êrişê hatin.

04-04-2022, bi şev û roj, gundên Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Suxanekê û Şêx Îsa bi çekên giran (doçka, obîs û hawan) hatin hedefgirtin. 10 guleyên obîsê û 5 guleyên hawanê li herêmê ketin, dem dem tevgera balafirên keşfê û yên şer li asîmanê herêmê hebû.

05-042022, bi şev û roj gundên Şewarxa, Merenaz, Tat Maraş hatin hedefgirtin, 7 guleyên obîsê li herêmê ketin û dem dem doçka hat bikaranîn.

06-04-2022, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Malikiyê û Şewarxa bi çekên doçka û obîsan hatin hedefgirtin. Tevgera balafirên şer û keşfê jî li asîmanê herêmê hebû.

07-04-2022, bi şev û roj gundên girêdayî kantona Şehba û navçeya Şêrawa hatin hedefgirtin.

08-04-2022, bi şev û roj êrişî navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê kirin.

09-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê û Eyn Deqnê bi çekên doçka û BKC hatin hedefgirtin. Li ser herêmê balafirên şer û yên keşfê jî digeriyan.

10-04-2022, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Suxanekê û Meyasê hatin hedefgirtin. Doçka û BKC hatin bikaranîn, her wiha tevgera balafirên keşfê û balafirên şer li ser wê xetê hebû.

11-04-2022, bi şev û roj  gundên Malikiyê, Merenaz, Tinib, Bênê, Suxanekê, Meyasê û Birc Qas hatin hedefgirtin. Doçka û BKC hatin bikaranîn, dem dem çekên ferdî hatin şixulandin, bi gişît balafirên keşfê li ser wê xetê digeriyan.

12-04-2022, bi şev û roj gundên Şewarxe, Malikiyê, Merenaz, Minix bi doçka û BKC û fûze hatin hedefgirtin.  2 guleyên füze li herêmê ketin, dem bi dem çekên ferdî hatin bikaranîn.

13-04-2022, bi şev û roj gundên Tinib, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe û Eyn Deqnê. Doçka û BKC hatin bikaranîn. Gelek caran balafirên şer û yên keşfê li asîmanê herêmê geriyan.

14-042022, bi şev û roj gundên Minix, Bêlûniyê, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tinib, Bênê bi doçka, obîs, hawan hatin hedefgirtin. 27 guleyên obîsê, 15 guleyên hawanan li herêmê ketin û gelek caran êriş bi çekên ferdî  pêk hatin.

15-04-2022, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Merenaz û Malikiyê bi doçka, obîs û hawanan hatin hedefgirtin. 15 guleyên obîsê, 10 guleyên hawanan li herêmê ketin, her wiha dem bi dem çekên ferdî hatin bikaranîn.

16-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Bêlûniyê û Eyn Deqnê bi doçka, BKC hatin hedefgirtin. Çekên ferdî jî hatin bikaranîn. Tevgera balafirên keşfê û balafirên şer li asîmanê herêmê hebû.

17-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Bêlûniyê, Şêx Îsa bi çekên doçka, BKC hatin hedefgirtin. Dem dem çekên ferdî jî hatin bikaranîn. Liv û tevgera balafirên şer û yên keşfê jî li asîmanê herêmê hebû.

18-04-2022, bi şev û roj gundên Tinib, Merenaz, Şewarxe, bi doçka û BKC hatin hedefgirtin. Gelek caran çekên ferdî hatin bikaranîn. Tevgera balafirên şer û yên keşfê jî li asîmanê herêmê hebû.

19-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tinib, Şêx Îsa, Eyn Deqnê bi doçka, BKC, obîs û hawanan hatin tobparankirin. 20 guleyên obîs, 15 guleyên hawan li herêmê ketin. Dem dem balafirên keşfê û yên şer li ser wê xetê digeriyan.

20-04-2022, bi şev û roj, gimdîm Malikiyê, Merenaz, Şewarxe, Tinib, Meyasê, Eyn Deqnê û Şêx Îsa bi doçka, obîs, hawan hatin hedefgirtin. 15 guleyên obîsê û 20 guleyên hawanan li herêmê ketin. Li asîmanê Şêrawa jî balafirên şer digeriyan.

21-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tinib, Şewarxe, Şêx Îsa, bi doçka, BKC hatin hedefgirtin. Çekên ferdî jî hatin şixulandin.

22-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Eyn Deqnê, Şêx Îsa bi doçka, BKC, obîs û hawanan hatin hedefgirtin. Liv û tevgera balafirên şer û yên keşfê jî li ser herêmê hebû. 250 guleyên obîsê, 45 guleyên hawanan li herêmê ketin.

23-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tat Maraş, Tinib, Bênê, Ziyaretê, Aqîbê, Suxanekê, Eyn Deqnê û Minix hatin hedefgirtin. Obîs, hawan û doçka hatin bikaranîn. 378 guleyên obîs, 25 guleyên hawanan li herêmê ketin. Tevgera balafirên keşfê û yên şer jî li asîmanê herêmê hebû.

24-04-2022, bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Suxanekê bi çekên giran (doçka, hawan, obîs, BKC) hatin hedefgirtin. Liv û tevgera balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê hebû. 189 gulyên obîs û 78 guleyên hawanan li herêmê ketin.

25-04-2022, bi şev û roj gundên Bênê, Malikiyê, Merenaz, Tinib, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Til Rifet, Semûqa, Bendava Şehba bi obîs, hawan û doçka hatin hedefgirtin. Balafirên keşfê û yên şer jî li ser herêmê digeriyan. 245 guleyên obîsê, 45 guleyên hawanê li herêmê ketin.

26-042022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Eyn Deqnê, Bênê bi doçka, BKC hatin hedefgirtin. Balafirên şer û yên keşfê jî li wê xetê digeriyan.

27-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Şewarxe, Elqemiyê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa bi obîs, hawan, doçka û BKC hatin hedefgirtin. Tevgera balafirên şer û yên keşfê jî hebû. 45 guleyên hawanan û 178 guleyên obîsê li herêmê ketin.

28-04-2022, bi şev û roj, Bendava Şehba, Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê, Şewarxe bi doçka, obîs û hawanan hatin tobparankirin. 79 gulyên hawanan, 95 guleyên obîsê li herêmê ketin. Tevgera balafirên keşfê û yên şer jî hebû.

29-04-2022, bi şev û roj gundên Bêlûniyê, Til Rifet, Şêx Îsa, Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tat Maraş, Bênê, Aqîbê, Suxanekê bi obîs, hawan, doçka û BKC hatin hedefgirtin. Liv û tevgera balafirên keşfê û yên şer jî li ser herêmê hebû. 98 guleyên hawanan, 189 guleyên obîsê li gundên navborî ketin. Dem bi dem doçka û BKC hate şixulandin.

30-04-2022, bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe, Tat Maraş, Tinib, Elqemiyê bi obîs û hawanan û doçka hatin hedefgirtin. Gelek caran keşf û balafirên şer li ser xeta Şehba û Şêrawa geriyan. 289 guleyên obîsê, 187 guleyên hawanan li herêmê ketin.

(cx)

ANHA