Nakokiyên Îsraîl-Rûsya kûrtir dibin

Îsraîlê ji ber daxuyaniyên Lavrov ku gotibû Hitler bi koka xwe cihû ye, gazî balyozê Rûsya li Til Evîvê kir.

Nakokiyên Îsraîl-Rûsya kûrtir dibin
2 gulan, 2022   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîl îro daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku tê de gotibû: “Serokê Naziyan Adolf Hitler bi koka xwe cihû ye” şermezar kir û ji Moskovê xwest ku lêborînê bixwaze.

Li ser wê yekê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê gazî balyozê Rûsya li Til Evîvê kir.

Li gorî tora “Sky News El-Erebiye”, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid got, daxuyaniyên Lavrov cihê şermê ye û nayên efûkirin.

 (eh)