Encamnameya konferansa YPJ’ê: Îro em şerê azadiyê û parastinê axê didin meşandin

3`yemîn Konferansa YPJ’ê îro bi dawî bû. Di encamnameyekê hate gotin “Em konferansa xwe li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahî jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serkeftinê didin hemû jinan û mirovahiyê.”

Encamnameya konferansa YPJ’ê: Îro em şerê azadiyê û parastinê axê didin meşandin
1 gulan, 2022   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

3`yemîn Konferansa Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi dirûşma “YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye” hate lidarxistin û 2 rojan dewam kir, îro bi encamnameyekê bi dawî bû.

400 delege, fermandarên YPJ’ê, endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik, nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî beşdarî konferansê bûn.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed encamname xwend.

YPJ`ê di destpêka encamnameya xwe de 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê li jinên karker, li hemû karker û têkoşerên azadiyê pîroz kir, her wiha Cejna Remezanê li alema îslamê pîroz kir.

Di dewama encamnameyê de hate gotin: “Careke din em vê konferansa xwe li tevahî şehîdên şoreşê û li rêber Apo ku azadiya jinan xiste navenda tekoşîna xwe pîroz dikin û soza misogerkirina azadî û serkeftinê didin. Wek şopdarên jinên kedkar ên cîhanê ku di oxira azadiyê de bedelên giranbiha dane, îro em şerê azadiyê û parastina axê didin meşandin. Bi vê wesîlê konferansa me bi dirûşma “YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye” kar û xebatên xwe yên 3 salan bi awayekî berfireh nirxandin.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku YPJ ku îlhama xwe ji mîrateya giranbiha ya gerîlayên jin digre, îro li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bûye hêza parastina hemû jinan û di oxira parastina welat û axê de bi sedan destanên lehengiyê hatin nivîsandin.”

Her wiha hate diyarkirin ku jinên enternasyonal ku îlhama xwe ji şoreşa Rojava girtiye, beşdarî nava refên YPJ’ê bûn.

Di encamnameyê de îşaret bi şert û mercên heyî hate kirin û wiha hate gotin: “Her çendî ji ber şert û mercên heyî konferansa me dereng hate lidarxistin û di roja îro de jî gef û êrişên giran hene, lê ji bo em bikarin van êrişan têk bibin û xwe jê re amade bikin, ev konferans xwedî girîngiyek dîrokî bû. Di konferansa me de der barê rewşa siyasî, rêxistinî û pratîkî de nirxandin û perspektîfên girîng derketin holê.”

Têkildarî êrişên îmha û înkarkirinê yên li dijî tevahî jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên jî YPJ`ê diyar kir: “Hevalên me yên qedirbilind tev li karwanên şehîdan dibin û gelê me rastî hovîtiyeke mezin tê. Îro em di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe digirin û wek hêzeke diyarker rol dilîzin. Ji bo em karibin herêma xwe ji dagirkeriyê biparêzin û statûya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê bê naskirin, her wiha yekbûneke xurt bi tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re ava bikin, pêdiviya me bi xweparastinê heye. Parastina li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên dagirker jî ancax bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî pêkan e. Li hemberî me dijminekî ku hewl dide me bixe nava pençên xwe yên qirkirinê heye. Ji bo wê ancax em jî bi feraseteke rast a parastinê dikarin bersiva êrişan bidin.”

YPJ`ê di dewama encamnameyê de da zanîn ku di konferansê de gelek analîz û perspektîfên xurt derketin, her wiha aliyên xwe yên kêm tespît kirin û ji bo derbaskirina wan perspektîfeke xurt derkete holê.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya pêngava ji nû ve avakirinê de wan pergala YPJ’ê di ber çavan re derbas kir û li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî amadekirina hêzê û pêre jî amadekirina civakê û tevahî jinan xiste navenda nîqaş û nirxandinên xwe.

Berdewama encamnameyê wiha ye: “Wek artêşeke jinan a profesyonel di çarçoveya biryara me ya ji nû ve avakirinê de, li hemberî teknolojiya dijmin a pêşketî xweparastin, her wiha li hemberî polîtîkayên qirêj ên şerê taybet bi rengekî herî baş xwebirêxistinkirin wê bibe bingeha serkeftinê. Li gorî vê bi şêwazê tîmên bitevger ên profesyonel xwe bi rêxistin kirin, dê azadiya tevahî jinan û parastina axê teqez bike.

Li Efrîn, Serêkaniyê û li Girê Spî Rojane bi dehan êriş û konseptên nijadperestiyê pêk tên. Hêzên dagirker dest dirêjî mêjî û bedena jinan dikin, xaka me talan dikin û gelê me di komkujiyan re derbas dikin. Her wiha bi gelek rêbazên cûda êrişên xwe yên hewayî li ser xaka me, li ser çeperên şervanên me didin meşandin. Lê careke din em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Şehîdên me rêya tekoşîn û zaferê nîşanî me didin. Ji bo wê çiqas êriş bikin jî, emê zêdetir xurt bibin û her awayî hewldanên dagirkeriyê têk bibin. Her şervaneke YPJ’ê di roja îro de di xeta fermandariya şehîd Sosin de, fedaîbûna şehîd awaz û bi fedekariya şehîd Dilar, Ronahî û Kobanî de bi wêrekiyeke mezin li dijî êrişên dagirkeriyê tekoşîna azadiyê didin meşandin.”

YPJ`ê di dawiya encamnameya xwe de got: “Ji bo em karibin teknîk û taktîkên dijmin têk bibin, xakên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û azadiya jinan misoger bikin; konferansa me ev mijar tevahî bi israr û biryardariyeke xurt xiste bin biryaran. Li ser vê bingehê em careke din konferansa xwe ya YPJ’ê ku bi slogana “YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye” li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahî jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serkeftinê didin hemû jinan û mirovahiyê.”

ANHA