Rêveberiya Xweser cejna Remezanê li gel û cîhana îslamî pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Remezanê li musilman û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser cejna Remezanê li gel û cîhana îslamî pîroz kir
1 gulan, 2022   08:23
NAVENA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê cejna Remezanê li tevahiya gelan pîroz kir.

Di peyamê de ev hate gotin: "Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Remezanê li cîhana îslamî bi giştî û gelê me yê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha malbatên şehîdan pîroz dike. Hêvî dikin ev cejn bi xêr û xweşî di ser gelê me yê Sûriyê re derbas bibe."

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ragihand ku bi boneya cejnê ji sibe heta roja çarşemê betlane ye.

(eh)