Desteya Rêveber a Şengalê: Dem hatiye xweseriya Şengalê bê naskirin

Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, peyamek weşand. Di peyamê de hate gotin ku bi sedan salan e civaka Êzidî ji bo jiyaneke azad û parastina axa xwe ya pîroz, kedeke mezin dide, êdî dem hatiye rêz li vê kedê were girtin û Xweseriya Şengalê bipejirînin.

Desteya Rêveber a Şengalê: Dem hatiye xweseriya Şengalê bê naskirin
1 gulan, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Desteya Rêveber a Şengalê peyamek weşand. Desteya Rêveber a Şengalê destpêkê cejna karkeran li hemû karker û kedkaran pîroz kir û wiha got:

“Li her çar parçeyên welat û dervey welat, gelê Kurd ji bo azadiya xwe kedeke mezin dide û li hember dagirkeran têkoşîneke bê hempa dimeşîne. Em di 1’ê Gulanê de di kesayeta gerîlayên azadiyê û şervanan de pîroz dikin ku bi salane ji bo parastina gelê xwe kedê didin.

Erdnîgariya me erdnîgariyeke dewlemend e û axekî zêrîn e, ji bo ku em bikarin feydeyê ji vê axê bigirin û li ser bijîn, bi hezaran salan em li ber xwe didin û kedê didin. Mixabin li ser vê axa me, bi salene gelek êriş û plan hatin meşandin, xwestin me ji vê axa zêrîn qut bikin, ev plan û leyîstok heya roja me ya îro dewam dike.

Em weke civaka Êzidî û gelê Şengalê, çawa ku me ji bo jiyana xwe ked daye, em niha jî ji bo Xweseriya şengalê û jiyaneke azad di nava têkoşînê de ne. Ji dema fermana 3`yê Tebaxê ve, ciwanên me û gelê me bi giştî kedeke mezin dane. Me ji bo xwedîderketina li vê kedê bedelên giran dan. Mam Zekî, şehîd Dijwar, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt, Seîd û bi dehan pêşengên din.  Em ê heya dawî li keda van cangoriyên xwe xwedî derkevin, armanca van şehîdan a Şengala xweser û azad pêk bînin. Dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda gelê me bigire.