Li herêmên dagirkirî siyasetên sîstematîk ji bo guhertina demografiyê

Di demên dawî de li herêmên dagirkirî şer û pevçûnên di navbera çeteyan de zêde bûn. Rojnamevan Mistefa Ebdî sedema van şeran spart rawestandina destekayînê ji aliyê dewleta Tirk ve, da ku herêmê ber bi aloziyê ve bibe û welatiyan neçarî koçberiyê bike ku di encamê de demgoafiya herêmê biguherîne.

Li herêmên dagirkirî siyasetên sîstematîk ji bo guhertina demografiyê
1 gulan, 2022   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA EL- ELÎ

Di van demên dawîn de li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin alozî û bêaramî zêde bûye. Li wan herêman rojane bûyerên tesfiyekirin û şerê navxweyî di navbera komên çete de diqewimin.

Rojane komên çete li ser milkên welatiyan û rêyên qaçaxçîtiyê û parvekirina qezencên wê bi hev dikevin.

Herî dawî 28'ê Nîsanê li gundê Qetmê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê di navbera du malbatên çeteyan de şer derket. Di encamê de 23 kes hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di 27'ê Nîsanê de li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama teqîna mayînekê di wesayîteke leşkerî de, serçeteyekî Feylaq El-Rehman bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan di 22'yê Nîsanê de dabûn ajansa me, li bajarê Serêkaniyê jî komên çete bi hev ketin, di necamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, di nav de welatî jî hebûn.

Roja sêşemê SOHR'ê ragihandibû ku çeteyekî “Polîsên Leşkerî” ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Cerablusê ya gundewarê rojhilatê Helebê, hatiye kuştin.

Piştî wê, her du aliyan sewqiyatên leşkerî derbasî bajêr kirin.                                                                      

Di 20'ê Nîsanê de li bajarê Serêkaniyê şer di navbera komên çete de qewimî, hemwextî wê li gundewarên bajarê Girê Spî yê dagirkirî wesayîteke çeteyên Polîsên Sivîl hate teqandin.

Çavkaniyên herêmî piştrast kir ku li kolanên El-Zîm û Sîna yên navenda bajarê Serêkaniyê di navbera çeteyên “Heyet Seîrûn” û çeteyên Polîsên Leşkerî, Firqeya Hemze û êla El-Igêdat de şer derket.

Li gorî çavkaniyan, şer ji ber girtina gelek kesan ji aliyê çeteyên Heyet Seîrûn ve bi sûcên dizî, gendelî û qaçaxçîtiyê, çêbû.

Çavkaniyan ji Girê Spî ji ANHA'yê re ragihand ku beriya çend rojan li nêzî gundê Taş Baş ê bajarê Serêkaniyê mayînek di wesayîteke çeteyên Polîsên Sivîl de teqiya.

Di 18'ê Nîsanê de li kantona Efrînê ya dagirkirî, di navbera çeteyên “Mûtesîm Bîlah” û çeteyên “Firqeya Nehan” ên artêşa Tirk a dagirker de, şer rû da û di encamê de herî kêm 2 çete hatin kuştin û zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûn.

Çavdêr meraq dikin ku gelo rêbaza çareserkirina aloziya Sûriyê çi ye li gel ku ew komên çeteyan û opozîsyona Sûriyê bi wan re çarenûsa gelê Sûriyê diyar dikin. Heta niha jî ruxmî lidarxistina civînan tu çareseriyeke bingehîn ji bo bidawîkirina aloziyê nedîtiye.

Rojnamevanê sûrî Mistefa Ebdî der barê vê yekê de got: "Zêdebûna şer û gendeliyê sedema sereke ya vegera piştgiriya navneteweyî ya ji van koman re ye, ji wan Îtîlaf û artêşa Niştimanî. Êdî dewletên Ewropa, erebî û DYA`yê baş dizanin ku ew nûnertiya sûriyan û şoreşa wan nakin. Lewma ji 2018`an piraniya dewletan piştgiriya xwe bi wan re rawestand û berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser."

`BI ARAMNCA QEZENCKIRINA SERWERIYAN DI NAV RIKEBERIYÊ DE NE`

Ebdî bal kişand ser hebûna wan çeteyan û got: "Ev komên çekdar ên ku Tirkiyê ew kom kirine û navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li wan kir, ew bermahiyên komên lihevkirinan ne ku bajar û çekên xwe radestî artêşa Sûriyê kir û berê xwe dan bajarê Efrînê û bajarên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine.”

Ebdî wiha domand: “Ew kom bê kontrol in, sîxur û çete ne, li dijî sûriyan sûcên qetilkirin, êşkencekirin û talankirina mal û milkên wan kirine.”

Ebdî anî ziman ku rikberiya di navbera wan çeteyan de bi gelek faktoran ve girêdayî ye, ji wan rageşiya demdirêj a di navbera wan de ya li ser mal û milkên diziyê, bendên kontrolê, bazirganiya narkotîkê, nuqteyên qaçaxtiyê û dergehan. Ev şer û bûyerên kuştinê di navbera wan de di çarçoveya rikberiyê de pêk tê.

`SIYASETA DAGIRKER ÇETEYAN BER BI ŞER VE DIBE`

Der barê zêdekirina bûyerên kuştina çeteyan de Ebdî wiha axivî: "Çete hevdu dikujin, sedema vê yekê jî; piştî Tirkiyê mûçeya wan kêm kir, nexasim piştî ku nirxê lîreya Tirk daket asta şerê di navbera wan de zêde bû. Çeteyan li aliyekî din jî dest bi talankirin û revandina welatiyan kir û wan didin koçberkirin. Êdî revandin û daxwaza fîdyan yek ji rêbazên sereke ye ku ev kom xwe pê îdare dikin. Li aliyekî din jî ji ber ku herêmên kontrolkirinê yên koman nêzî hev in û hewl didin desthilata xwe li ser gelek gund û taxan ferz bikin ji ber wê şer di navbera wan de derdikve."

`TIRKIYE JI BO HEDEFGIRTINA KURDAN ÇETEYAN BI KAR TÎNE`

Ebdî armanca dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çeteyan eşkere kir û got: "Piştî ku rola opozîsyonê li Tirkiyê zêde bû û aboriya wê têk çû, armanca hilweşandina rejîmê pêk nehat, Tirkiyê berê xwe da kurdan û dest bi hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser kir."

Têkildarî mijarê Mistefa Ebdî wiha axivî: "Da ku van armancan pêk bîne, Tirkiyê destên komên çekdar ên girêdayî xwe kir herêmên dagirkirî, dûre nema karî wan kontrol bike û bi vî awayî bûn mafya û diz, li ser desthilatê û wêrankirinê dest bi pêşbirkê kir. Lê hîn jî parastina serçeteyên van koman dike û ji bo ku wan bi xwe ve girê bide, nasnameya tirkî da wan û êdî kengî Tirkiyê bixwaze dikare wan çeteyan li derveyî Sûriyê bi kar bîne.”

GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Artêşa Tirk a dagirker gendeliya li herêmên dagirkirî bi kar tîne, di heman demê de ji bo kontrolkirinê tev nagere ji ber ku ew herêm di bin serweriya wê de ne. Ji wê zêdetir rojane kiryar û sûcên qetilkirin û talankirinê pêk tên, ev e jî daxwaza dagirkera Tirk e. Di encama vê siyasetê de jî welatî neçar dimînin koçber bibin û bi vî awayî li herêmê guhartina demografiyê çêdibe.

Ebdî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi qasî guh dide serçeteyan û dilsoziya wan, bi ewlehî û îstiqrara xelkê li wan herêman eleqedar nabe. Ji ber vê yek sûcên wan paşguh dike, wan diparêze û qebûl nake ku werin darizandin.  

Rojnamevanê sûrî Mistefa Ebdî di dawiyê de ev nirxandin kir: "Tirkiye dixwaze herêmên dagirkirî di vê rewşa bêewle û gendeliyê de bihêle, da ku şêniyên herêmê neçar bike tev li çeteyan bibin an jî koçber bibin, pê re jî demografiyê herêmê derkeve pêş."

(dx, eh)

ANHA