​​​​​​​Gelê herêma Cizîrê li dijî êrişên qirkirinê amadekariya meşeke girseyî dike

Komîteya amadekar a ‘Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê’ ku dê roja pêncşema bê li Qamişloyê pêk bê, bang li tevahiya pêkhateyan kir ku tev lê bibin û li dijî êrişên qirkirinê bisekinin.

​​​​​​​Gelê herêma Cizîrê li dijî êrişên qirkirinê amadekariya meşeke girseyî dike
1 gulan, 2022   06:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Bi dirûşma "Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin" pêkhateyên herêma Cizîrê li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û hebvkarita Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya meşeke girseyî dikin.

Meş roja pêncşema bê (5’ê Gulanê) li dar dikeve.

'BERDEWAMKIRINA XETA TÊKOŞÎNÊ'

Endama komîteya amadekar a “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê” û berdevka Koodînasyona Kongra Star Remziyê Mihemed anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişên dagirkeriyê tên û li herêmên dagirkirî jî bi binpêkirinan re rû bi rû ne û wiha domand: “ Em rojana li dijî êrişên li ser vîna me çalakiyan li dar dixin. Ev jî tê wateya berdewamkirina xeta têkoşîna da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

Remziyê Mihemed ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi heman têkoşînê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên herêma Cizîrê xwe ji bo xwepêşandana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla û herêmên navborî amade dike."

'MEŞA RÛMETÊ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ YE'

Remziyê Mihemed destnîşan kir ku ev çalakiya dê 5`ê Gulanê ji Qamişlo dest pê bike, berdewamiya xwepêşandana rûmetê ya li dijî îxanet û dagirkeriyê ye. Li ser asta herêma Cizîrê dê hemû beşên civakê, siyasetmedar, rêxistin, ciwan, jin û malbatên şehîdan, da ku helwesta xwe ya li hemberî êrişên berfireh ên dewleta Tirk û hevbeşiya PDK`ê û êrişên wê yên bi armanca qirkirina Kurdan, nîşan bidin.

10`ê Hezîranê 2021`ê li bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê yên bi hevbeşiya PDK`ê, bi deh hezaran şêniyên bajar û bajarokên kantonên Qamişlo û Hesekê bi heman dirûşmeyê daketin qadan.

Remziyê Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û axa Başûrê Kurdistanê bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qezaya Şengalê ve girêda û got: "Êrişên berfireh ên ku AKP'ê ji destpêka sala 2022'yan ve pêk tîne, berdewamiya êrişên bi salan e ku li dijî gerîlayên azadiyê bi armanca qirkirina Kurdan û şikandina vîna gelê Kurdistanê, daye destpêkirine."

Remziyê Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di dema şoreşê de gelan karîn xwe bi xwe rêve bibin û bi avakirina rêveberiyên xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, hêza xwe îspat kirin."

Remziyê Mihemed bal kişand ser sûcên hikumeta AKP'ê li dijî gelê Kurdistanê û wiha dom kir: "Bi salane AKP'ê li dijî gelê Kurdistanê bi taybet gelê Kurd sûcên hovane dike. Bi salan e bi rêya êrişên xwe hewl dide Kurdan tune bike, lê nikarî ev yek bikira û niha jî bi rêya êrişên bi çekên giran dîsa ji bo vê yekê hewldanan dike."

'EM Ê LI DIJÎ ŞERÊ ÎXANETÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Remziyê Mihemed piştrast kir ku bi berxwedana gerîla û têkoşîna gelê Kurd, PDK bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re nikare Kurdan qir bike, hebûna Kurdan girêdayî berxwedana gerîla ye, ji ber ku têkoşîna gel û berxwedana gerîla bi hev ve girêdayî ne.

Remziyê Mihemed bang li hemû pêkhateyên herêma Cizîrê Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan û ciwanan kir ku beşdarî meşa rûmetê ya li bajarê Qamişloyê bibin û got: "Em ê li dijî şerê îxanetê  dengê xwe bilind bikin û beşdarî meşa rûmetê ya li dijî îxanet û dagirkeriyê bibin."

(eh-dx)

ANHA