TEV-DEM`ê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir

TEV-DEM'ê bi boneya Cejna Remezanê peyamek da û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aramî û ewlehiyê ji tevahiya Sûriyê re.

TEV-DEM`ê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir
1 gulan, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.

Peyama TEV-DEM`ê wiha ye:

"Bi hatina Cejna Remezanê re em hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bi giştî û civaka îslamî bi taybet pîroz dikin. Her wiha em vê cejnê li malbatên şehîdan, rêhevalên birîndar û hemû şervanên azadiyê di eniyên rûmetê de, pîroz dikin.

Cejn û boneyên olî çandeke exlaqî û xwedî cewhereke mezin tijî wate û nirxên mirovahiyê ye ku civakên xwedî bawerî ji aliyê edalet û wekheviya di navbera her kesî de bêyî ku tu kes ji civakê were dûrxistin.

Em bi hêvî ne ku ev bone bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane da ku bigihêjin aştiyê û ber bi aramî û ewlehiya herêmê ve, biçin.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bone û cejnan ji bo xizmeta armancên xwe yên siyasî bi kar tînin bêyî ku rêzdariyê bidin exlaq û nirxên cejnan û bêyî ku tu girîngiyê bidin cejnan. Lê berovajî wê vê yekê keysbaz dikin û li dijî civakan siyasetên herî qirêj û dagirkerî yên ji derveyî qanûn û exlaq bi kar tînin. Siyaseta xaka şewitandî û topbarana hovane bi rêya topbarnana hewayî û balafirên bê mirov di nava 24 saetan de bi kar tîne. Ev yek jî sûcekî şere li dijî mirovahî, xwezayî û her zindiyekî ye. Bi vê yekê hemû pîvanên exlaqî û mirovî tenê ji bo bikaranîna siyasetên xwe yên şovenîst ên qirêj li ser civakên îslamî, binpê dike.

Em di TEV-DEM`ê de careke din vê cejnê pîroz dikin. Em teqez dikin ku baweriya me heye ku aştî û hezkirin li tevahî Sûriyê pêk were û têkoşîna ji bo vegereke ewle ji hemû koçberên Sûriyê re were peydakirin da ku kêf û xweşî ji tevahî zarok û civakên me re pêk were."

(bx)

ANHA