​​​​​​​Şêniyên Qamişlo banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan kir

Şêniyên Dêrik û Çilaxa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, lê belê ew planek ji bo hedefgirtina îradeya gelên berxwedêr û berfirehkirina erdîngariya wê li ser hesabê gelên resen e. Şêniyan banga xwedîderketina li berxwedan gerîla kir.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan kir
30 nîsan, 2022   23:38
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê ji 17'ê Nîsanê ve êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê (Zap, Avaşîn û Metîna) pêk tîne. Di van êrişan de bi hezaran leşker û çekên qedexekirî bi kar tînin. Bertekên li hemberî van êrişan zêde dibin.

Girêdayî mijarê şêniyên navçeyên Dêrik û Çilaxa yên girêdayî kantona Qamişlo êrişa dewleta Tirk û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  şermezar kirin.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204324_-.webp

Welatiya bi navê Seyda Hena  ku ji pêkhateyê Kildan ê ji bajarê Dêrikê ye got, êrişên dewleta Tirk hemû pêkhateyan dike hedef, Armanca wê ji vê yekê ewe ku îradeya gelên berxwedêr têk bibe û wan ji herêmên wan koçber bike.

Seyda Hena wiha domand: "Şêniyên herêmê bi rêya hevgirtina xwe ji cîhanê re îsbat kir ku ew aştîxwaz in. Lê dewleta Tirk a dagirker dixwaze li ser hesabê gelên resen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Bakur serdema osmaniyan vejîne. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bi sîwana rêvberiya xwe ya xweser de û li ser esasê jiyana hevbeş bi azadî dijîn. Em bang li her kesî dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker serî hildin da ku planên qirkirinê ku niha li ser xaka dîrokî têne kirin, têk bibe."

Seyda Hena di dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên asuriyan yên sînorî û hedefgirtina welatiyan şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku li hember planên dewleta Tirk ên li Iraqê bisekine.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204513_-.webp

Welatiyê bi navê Omer Îsmaîl jî ku ji pêkhateyên Kurd e da zanîn ku dewleta Tirk bi beşdarbûna PDK`ê û hikumeta Iraqê êrişên hovane li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.

Îsmaîl anî ziman ku gerîla nûnertiya îradeya gelan dike û wiha pê de çû: "Tevgera Rizgariya Kurdistanê tevgereke mirovî adil e. Erka wê ku parastina her çar parçeyên Kurdistanê û gelên herêmê ye da ku azadî û mafên xwe yên rewa bidest bixe."

Omer Îsmaîl di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku êrişên domda ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê tol e û nîşaneya ku çiqas hêzên wê li hember berxwedana lehengî ya gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê windahî dîtine.

Îsmaîl got armanca dewleta Tirk ne tenê hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye lê belê dixwaze qada dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike û ew jî bi rêya pêkanîna Mîsaqa Millî ye ku li ser hemû gelan xeter e.

Îsamîl wiha domand: "Berpirsên PDK`ê, di serî de Mesûd Barzanî îdiya dike ku PKK`ê xeteriyê li ser Başûrê Kurdistanê çêdike. Lê rûpelên dîrokê van îdiyayan derew derdixîne. Gelê Kurdistanê dîtin ku çawa gerîla bi pêşmergeyan re tev li şerê têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di nava hezarê kîlometreyan de li ser herêmên Kurdistanê bûn."

Di dawiyê de Omer Îsmaîl bang li ciwanan kir ku tev li nava refên berxwedanê bibin da ku êrişên dagirker û xayinan têk bibin.

Şêniyên navçeya Çilaxa jî diyar kirin gerîla teslîmkariyê nas nakin, bi çekên xwe yên sivik li ber xwe didin, xwedî îradeya mirovî ye ku bi armanc û xwestekên gelê xwe yên azadiyê  ve girêdayî ne. Şêniyan bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204306_-.webp

Welatiya bi navê Şêxa Resûl Enter destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî xeta xiyanetê ya PDK'ê disekine û gerîla nûnertiya xwestek û hêviyên gelên Kurd di azadî û demokratiyê de  dikin.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204429_-_1.webp

Welatiyê bi navê Hisên Îsa jî got êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hewldaneke ku doza kurdî û têkoşîna gelên azadîxwaz û demokratîk tune bike. Her wiha anî ziman ku gerîla ku hêza lehengiya xwe rêxistina îdeolojîk digire ji çekên dijmin ên pêşketî mezintir in.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204348_-.webp

Remedan Ebdî jî  destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk ji gelê Kurd re eşkere bûye û ew jî ku li her deverê şerê wan bike û bang li PDK`ê  kir ku yekitiya kurdî veke.

Remedan Ebdî her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK`ê ku dixwazin hebûna têkoşîna gelê Kurd tune bike, bisekinin.

/kr/uploads/files/2022/04/30/204247_-.webp

Hesen Temo jî îşaret bi girîngiya hevgirtina ji bo destekdayîna ji hêzên gerîla re kir û got, gerîla nûnertiya xwestekên gelan ber bi azadî û bidestxistina mafên rewa dike dike

(bx)

ANHA