Konferansa YPJ`ê di roja duyemîn de didome

Konferansa 3`yemîn a YPJ’ê li Hesekê di roja xwe ya duyemîn û dawîn de berdewam dike.

Konferansa YPJ`ê di roja duyemîn de didome
1 gulan, 2022   07:08
HESEKÊ

Konferansa 3`yemîn a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Hesekê dewam dike.

Konferans bi beşdariya 400 delegeyên YPJ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandar, û endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed û Sozdar Dêrik dewam dike.

Duh rapora salane ya YPJ`ê hatibû xwendin û rewşa siyasî û leşkerî hatibû nîqaşkirin.

Li gorî komîteya amadekar dê îro jî rewşa rêxistinî were nirxandin û rêziknameya YPJ`ê were guhartin.

(eh)

ANHA