​​​​​​​'Sîstema federal ji bo aloziya Sûriyê çareseriyeke guncaw e'

Hikumeta Şamê bi rêya kûrkirina aloziyan, dixwaze şêniyên Suweydayê ji armancên wan dûr bixe. Sekretêrê Giştî yê Partiya El-Lîwa El-Sûrî jî dibêje ku sîstema fedral ji bo Sûriyê bi giştî sîstemeke guncaw e.

​​​​​​​'Sîstema federal ji bo aloziya Sûriyê çareseriyeke guncaw e'
1 gulan, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎLAV DÊWANÎ

Ji destpêka meha Sibatê ve li parêzgeha Suweydayê xwepêşandanên li dijî siyaset û biryarên hikumeta Şamê dewam dikin.

Şêniyên Suweydayê banga çareseriyên rewşa aborî û xizmetguzarî dikin û diruşmeyên " Bikeve rejîma Sûriyê, Suweyda ya me ye ne ya malbata Esed e'' berz dikin. Her wiha daxwaza çareserkirina aloziya Sûriyê li gor birayra 2254 dikin, lê hikumeta Şamê wan daxwazan paşguh dike û hewl dide tevlihevî û nearamiya li herêmê dawam bike.

Li Suweydayê rewşeke tevlihevî, kuştin, revandin, gendelî û bazirganiya bi madeyên hişbirê heye. Li gor tora El-Suweyda 24, di mehên Sibat û Adarê de li parêzgehê 16 kes hatine kuştin, piraniya wan sivîl in û 14 kes jî hatin revandin. Li gel wê jî rewşa debarê û ya xizmetguzariyê ne baş e.

"HIKUMETA ŞAMÊ BERSIV NADE"

/kr/uploads/files/2022/04/30/194846_-.webp

Di vê der barê de Sekretêrê Giştî Partiya El-Lîwa El-Sûrî, Malik Ebû El-Xêr got:"Hikumeta Şamê ji sala 1970'î ve daxwazên welatiyên Suweydayê paşguh dike, tenê sozên derew dide. Hikumetê Suweyda ji projeyên aborî, an çandinî, an jî berhemanînê û her tişteke ku bihêle aborî li vî bajarî pêş bikeve, bê par dike. Her wiha berhemên li Suweydayê jî şandin parêzgehên din ên weke Heleb û Şamê."

Malik Ebû El-Xêr diyar kir ku hikumeta Şamê guh nade daxwazên şêniyên Suweydayê û got:" Hikumeta Şamê banga şêniyên Suweydayê nabersivîne. Ji ber ku li gorî urfa sereke ya ku ev rejîm pêk tîne, dixwaze li pêşiya xelkê Suweydayê 2 vebijêrkan deyne, ya yekem koçberî ya din jî tevlîbûna nava artêş, hêzên ewlekarî û saziyên din e. Hikumeta Şamê siyaseteke nijadperestî li dijî şêniyên Suweydayê dide meşandin. Ez texmîn nakim ku daxwazên şêniyan bibersivîne, berovajî vê texmîn dikim ku di dema bê de ev siyaset kûrtir bibe."

Der barê sedemên tevlihevî û nearamiya li bajarê Suweyêdayê de Ebû El-Xêr got: "Komek mîna koma bexwedana gel û yên wekî wan, bi fermana Hizbullah û desthelata ewlehiyê kar dikin bazirganî bi madeyên hişbirê dikin. Her wiha bi Îran û Hizbullah re bi hemû qirêjiya ku li Suweydayê rû dide dixebitin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 24ê 'Nîsanê de diyar kiribû ku artêşa Urdinê li herêma Xibra Metûta ya sînorî bi kemînekê dest danîn ser barhilgireke madeyên hişbirê. SOHR da zanîn ku di demên derbasbûyî de li ser sînorê Sûriyê yê bi Lubnan û Urdinê re tevgereke zêde ya bazirganiya bi madeyên hişbirê çêbûye.

"DAIŞ WEKE ÇEKEKÊ JI BO TIRSANDINA WELATIYAN BI KAR TÎNIN"

Ebû El-Xêr destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi rêbazên cûda nêzî xelkê Suweydayê yên ku piraniya wan Dirzî ne dibe, li beramberî wê, çalakiyên hedefkirina wan ne zehmet e û hemû senaroyê li ber şer vekirîne. Ebû El-Xêr wiha domamd: "DAIŞ û Hizbullah li bajar hene. Hemû senaro vekirî ne. Lê heger çalakî li bajar li dijî rejîmê kûrtir bibe, senaryoya DAIŞ'ê ya herî nêzîk dimîne ku yek ji rêbazên Hizbullah e li bejahiya Suweydayê  bi kar tîne."

Bi destpêka xwepêşandanên li Suweydayê re, hikumeta Şamê bi behaneya xeteriya DAIŞ'ê hêzên xwe şandin bajarê Suweydayê. Tora El-Suweyda 24 jî diyar kir ku piştî hêzên hikumeta Şamê tevgera xwe li gundên Rojhilat ê li hember çolistanê zêde kir, xeteriya vegera DAIŞ'ê dîsa bû rojev.

Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2018'an de êrişî gundewarê rojhilat ê Suweydayê kirin, di encam de 200 kes hatin kuştin.Welatiyan jî hêzên hikumetê tawanbar kirin ku wan herêm ji DAIŞ'ê re hiştin û şer nekirin.

DERXISTINA FITNEYAN

Çavdêr ditirsin ku hikumeta Şamê fitneyekê derbixîne û hin komên girêdayî xwe ji bo têkbirina hevgirtina gelê herêmê bi kar bîne û wan ji armanca lidarxistina xwepêşdanan dûr bixe, nemaze piştî avabûna komên nû yêên ku destekê didin xwepêşandanan û çaeseriya siyasî.

Dema xwepêşandana, komên xwecehî yên li Suweydayê roleke mezin pêk anîn, li hember hikumeta Şamê li kêlek xwepêşandêran sekinînin.

Di dawiya Sibatê de bi navê "Kombûna Ehrar El-Cebel" komek hat avakirin.  Kom ji çalakvan, fermandarên hin komên xwecehî, kesên sivîl û çalakvanên muxalif pêk tê ku beşdarî xwepêşandanên ji bo avakirina dewleteke demokratîk, diyarkirina çarenûsa girtiyan, şerê li dijî gendelî û bazirganiya madeyên hişbirê bûn.

"Kombûna Ehrar Cebel El-Ereb" di 12 Nîsanê de gef destpêkirina şer li hikumta Şamê xwar û jê xwest ku zilma li şêniyên bajêr bi dawî bike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:"Em weke Kombûna Ehrar Cebel El-Ereb, li dijî siyasetên rejîma Sûriyê yên paşguhkirin û înkarkirina kesên daxwaza çareseriyê li welat dikin disekinin."

Kombûnê diyar kir ku rejîma Esed û saziyên wê yên ewlehiyê bi zanebûn kuştin û tevliheviyê pêk tînin û got, ew ê şerê berpirsên van kiryaran bikin û li kêlek gelê Siweydayê bisekinin, heta ku armancên wan pêk werin.

Bi dehan ciwanên çalakvan ên ji Suweydayê, tevgereke siyasî ava kir. Destpêka avabûna vê tevgerê di Adarê de, 46 ciwanên zane û çalak di nav de cih girtin. Armanca vê tevgerê avakirina zemîna siyasî ji bo diyalog û hevduqebûlkirin e.

Hêzên hikumeta Şamê ku li dijî DAIŞ'ê tu tevger nekir, lê li hember çalakiyên welatiyên Suweydayê ketiye nava tevgerê.

Têkildarî senaryoyên muhtemel, Sekretêrê Giştî yê Partiya El-Lîwa El-Sûrî Malik Ebû El-Xêr got, dibe di navbera komên li Suweydayê û hikumeta Şamê de şer derbikeve û wiha dom da axaftina xwe:" Dibe ku şer di navbera komên çekdar ên ji xelkê Suweydayê yên li dijî siyasetên hikumetê û gendeliya wê hatine avakirin û komên çekdar ên terorîst ên girêdayî saziyên ewlehiyê yê  hikumeta Şamê û Hizbullah ên ku kuştin, revandin û bazirganiya bi madeyên hişbirê dikin de derkeve."

Malik Ebû El-Xêra îşaret pê kir ku hikumeta Şamê Sûriyê parçe kir û kir naveneke bazirganiya narkotîkê û wiha pê de çû: "Hikumetê bajarên Sûriyê wêran kirin û zêdetirî 11 milyon sûrî koçber kirin, Sûriyê kir cihê tirsê ku êdî xelk jê direvin. Bi kurtasî, rejîm sedema sereke ya hemû bûyerên ku li Sûriyê diqewimin e, ew jî vê yekê dizane ûfam dike ku mayîna wê bi rewşeke mezin a gendeliyê ve girêdayî ye û nikare şer bike yan jî dawî li gendeliyê bîne, ji ber ku pergala wê bi xwe gendelkar e û nikae rewşê biguhere. Mayîna hikumeta Şamê li ser desthilatdariyê tê wateya zêdebûna wêrakirina Sûriyê di demên bê de."

''SÎSTEMA FEDERAL ÇARESERIYEKE GUNCAW E''

Di dawiyê de Sekretêrê Giştî yê Partiya El-Lîwa El-Sûrî Malik Ebû El-Xêr diyar kir ku baştirîn sîstem ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û pêşketina wê dê demên pêş de sîstema federal e û got: "Her herêmek li gor xwe xwe birêxistin bike û dûrî rêveberiya navendî be ku bi dehên salan ji bilî êş û zehmetiyan tiştekî din bi xwe re neanî."

(şt)

ANHA