​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya ji derbeyên Îsraîlê ne rihet e, dosyaya qirkirina ermenan Tirkiyê metirsîdar dike

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyêp Feysel El-Miqdad re axivî û nerihetiya xwe derbarê kiryarên Îsraîlê yên li Sûriyê de anî ziman. Hîna jî dosyaya komkujiya li dijî ermenan ji dosyayên ku dewleta Tirk bi fikar dike .

​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya ji derbeyên Îsraîlê ne rihet e, dosyaya qirkirina ermenan Tirkiyê metirsîdar dike
1 gulan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser nerihetiya Moskova ji derbeyên Îsraîlê yên li ser Sûriyê, fikarên Tirkiyê yên ji dosyaya komkujiya li dijî ermenan û bûyera noqbûna keştiyeke koçberan li Terablusê.

'LAVROV BI MIQDAD RE KIRYARÊN TIL EVÎVÊ NÎQAŞ KIR'

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivisî: “Ji zimanê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Sûriyêp Feysel El-Miqdad re, diyar e ku nerazîbûnek li hember tevgerên Îsraîlê heye. Beriya wê jî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek dabû, ew yek ji Îsraîlê re nîşaneyek girîng bû ku Rûsya ji helwestên wê yên dawîn têkildarî şerê li Ukraynayê, ne rihet e.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Lavrov bi Miqdad re encamên aloziya Ukrayna û êrişên Îsraîlê yên nû li ser Sûriyê nîqaş kirine. Her wiha mijarên girîng ên navneteweyî, aloziya komî ya rojavayî ya li Ukrayna û bandorên wê li ser asta cîhanê gotubêj kirine.

Aliyên Rûsyayê di çend hefteyên borî de gelek caran hişyarî da ku ew ji daxuyaniyên Til Evîvê ku Rûsya bi pêkanîna sûcên şer tawanbar dike û piştgiriya xwe ya bi Ukraynayê re nîşan da, ne razî ye.”

‘TIRKIYÊ JI BER NASKIRINA KOMKUJIYA ERMENAN JI ALIYÊ BIDEN VE, BI HÊRS E’

Li ser Komkujiya Ermenan ku Osmaniyan pêk anîbû, rojnameya Ereb wiha nivîsî:  "Serokê Amerîkayê Jeo Biden qirkirina Ermenan a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ya di serdema Împaratoriya Osmaniyan de bi qirkirineke komî bi nav kir. Vê yekê Tirkiye bi hêrs kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirk roja yekşemê got: "Em van daxuyanî û biryarên ku rastiyên dîrokî ji bo armancên siyasî reş dikin, şermezar dikin. Ew li ser şaşiyan israr dikin." Wezaretê her wiha got Biden şaşiya ku par kiribû, dîsa dubare dike.

Par, Biden qirkirina li dijî Ermenan wek qirkirineke komî qebûl kir. Li ser vê yekê jî Enqere ji Washingtonê xwest ku ji "vê şaşiya mezin" vegere.

Ermen diyar dikin ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dema Împaratoriya Osmanî, ku wê demê bi Almanya û Awusturya-Macaristanê re hevalbend bûn, milyonek û nîv Ermen bi awayekî sîstematîk hatin kuştin. Her sal 24'ê Nîsanê de komkujiyê bi bîr tînin.

Parlamentoyên derdora 30 welatan Komkujiya Ermenan nas dikin.

Hîna dosyaya qirkirina Ermenan ji bo Tirkiyê cihê fikaran e. Tirkiyê gelek dewlet û hikumetan bi bikaranîna doza dîrokî ji bo ferzkirina zexta li ser wê, tawanbar dike.

‘LUBNAN BI ENCAMÊN BÛYERA TERABLUSÊ RE BI RÛ YE’

Girêdayî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Encamên bûyera noqbûna keştiyeke koçberan li Terablusê di warên ewlehî, civakî û siyasî de bi lez diyar bûn. Her wiha nîşan dide ku dê bandore Ii qada civakî jî bike. Ji ber wê aliyên siyasî yên muxalîf fikarên xwe nîşan dan ku hinek alî bi qestî welêt radikişînin nava çirava nakokiyan.”

ANHA